Şehîdên meha Hezîranê li Şedadê hatin bi bîranîn

Rêxistina Kongreya Star a Şedadê bi beşdarbûna endamên saziyên sivîl û leşkerî yên navçeyê bîranîna şehîdên meha Hezîranê li dar xist.

Şehîdên meha Hezîranê li Şedadê hatin bi bîranîn
Şehîdên meha Hezîranê li Şedadê hatin bi bîranîn
Şehîdên meha Hezîranê li Şedadê hatin bi bîranîn
Şehîdên meha Hezîranê li Şedadê hatin bi bîranîn
21 hezîran, 2021   16:11
HESEKÊ

Bîranîn li hola Huriya ya Meclisa Navçeya Şedadê hate lidarxist.

Ji bo bîranîna şehîdan deqeyeke rêz hate girtin. Piştre ji rêveberên Kongreya Star ên Şedadê Emîna El-Seed axivî û got: "Şehîd Zîlan û Sema bûne mîraseya şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê û ji tevahî jinên cîhanê re bûne pêşeng."

Emîna El-Seed diyar kir ku serkeftinên şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê berhemên keda wan şehîdan û wiha domand: "Di vê bîranînê de em dikarin bêjin ku serkeftinên ku di şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê de hatin bidestxistin aktora sereke ya guhertina nêrînên siyasî li hemberî gelê Sûriyê ye ku digotin gel ne xwedî îrade ye. Lê me ji tevahî cîhanê re îsbat kir ku em yek gel in tu ferq û cudahî di navbera pêkhateyan de tune ye, me dikarî nêrîna cîhanê ya li hemberî gelê me biguherta."

Endama Rêveber a Kongreya Star a Hesekê Şukriya Mihemed jî şehîd Zîlan û tevahî şehîdên meha Hezîranê bi bîr anîn û got, berxwedana Zîlan ji dijmin re bûn dersek.

Şukriya got: "Ji bo pêkanîna armancên xwe em amade ne giyanê xwe bidin. Şehadeta Sema rola pêşeng a jinan ji cîhanê re îsbat kir. Şehîd Zîlan û Sema ji tevahî cîhanê re mînakên berxwedan û fedekariyê ne."

Şûkriya bang li jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir ku xeta şehîd Sema û Zîlan û tevahî şehîdan bişopînin.

Civîn bi diruşmeyên "Şehîd Namirin" bi dawî bû.

ANHA