​​​​​​​JKŞ: Em ê bibin şopdarên Denîz Poyraz

JKŞ: Em weke jinên ji Şoreşa Rojava ya Jinê li vîna Denîz Poyraz xwedî derdikevin. Xaka Şoreşa Jinê weke Seida û Hind, weke Hevrîn Xelef, Zehra Berkel, Hebûn Mele Xelîl wê bibe şopdarê Denîz Poyraz jî.

​​​​​​​JKŞ: Em ê bibin şopdarên Denîz Poyraz
21 hezîran, 2021   15:48
NAVENDA NÛÇEYAN

Jinên Komûnîst ên Şoreşger (JKŞ) têkildarî êrişa li ser avahiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û qetilkirina endama wê Denîz Poyraz daxuyaniyek nivîskî weşand. Jinên Komûnîst ên Şoreşgr got, çeteyên ku dijminê jinan in û bi deste rejîma faşîst tên xurtkirin bi hişmendiya DAIŞ’ê Denîz Poyraz  qetl kirin. Şehîdkirina Denîz Poyraz û piştre şewitandina navendê nîşan dide ku hevpariya rejîma faşîst û hişmendiya DAIŞ’ê gîhaştiye  kîjan astê.

Dewleta Tirk a zilamperest  û mêtînger êrişên xwe yên li dijî vîna jinê didomîne. Jinên ku azadiya wan tê hedefgirtin di her qadê de li ber xwe didin. Jin  ji  bo  ku  Peymana Stenbolê biparêzin dadikevin qadan, ruxmî êriş û binçavkirinan derdikevin kolanan, di zindanan da li ber xwe didin, li hemberî tacîz û destdirêjiyê bêdeng namînin, dibistan, zanîngeh û kargehan dikin qadên berxwedan û têkoşînê. Li  Herêmên Parastinê yên Medyayê bi hezaran jin bi berxwedana xwe  dîrokekê dinivisînin. Li hemberî siyaseta xiyanetê sekna herî xurt jin nîşan didin. Dewleta Tirk a mêtînger di her gava xaka Rojavaya ku dixwaze dagir bike de li vîna jinên ku dibin Arîn, Sarya û Avestayan diqelibe.

Jin li hemberî rejîma faşîst a AKP’ê din av refên HDP’ê de birêxistin dibin. Dewleta ku dixwest HDP’ê bigire êrişên xwe derbasî asteke din kir û bi çeteyên xwe êrişî jinên ku li hemberî siyaseta faşîst têdikoşin kir. Em vê êrişê ji Kobanê ji çiyayên Şengalê ji dagirkirina Efrîn û Serêkaniyê nas dikin. Çeteyên ku dijminê jinan in û bi deste rejîma faşîst tên xurtkirin bi hişmendiya DAIŞ’ê Denîz Poyraz  qetl kirin. Şehîdkirina Denîz Poyraz û piştre şewitandina navendê nîşan dide ku hevpariya rejîma faşîst û hişmendiya DAIŞ’ê gîhaştiye  kîjan astê.

Em ê weke Jinên Komûnîst ên Şoreşger her dem li gel jinên ku li hemberî zilamperestî, faşizm û mêtîngeriyê têkoşîn dikin bibin. Em weke jinên ji Şoreşa Rojava ya Jinê li vîna Denîz Poyraz xwedî derdikevin. Xaka Şoreşa Jinê weke Seida û Hind, weke Hevrîn Xelef, Zehra Berkel, Hebûn Mele Xelîl wê bibe şopdarê Denîz Poyraz jî."

ANHA