Li Dêrazorê ji bo ku jin fêrî xwendin û nivîsandinê bibin dewreyeke hate vekirin

Meclisa Gundewarê Rojavayê Dêrazorê bi beşdarbûna 30 jinan dewreya yekemîn a fêrkirina xwendin û nivîsandinê vekir.

Li Dêrazorê ji bo ku jin fêrî xwendin û nivîsandinê bibin dewreyeke hate vekirin
21 hezîran, 2021   15:29
DÊRAZOR

Li bajarokê Hîsan ev yekemîn dewreye ku tê vekirin, hejmara jin û jinên ciwan ên ku tev li dewreyê bûne 30 e û temenê wan jî di navbera 20 heta 45 salan de ye.

Ders rojane 2 saetan ji saet 13:00'an heta 15:00'an, ji aliyê mamosteyên pirspor ve têne dayîn.

Jin fêrî awayên tîpnivîsînê û hejmaran dibin.

Hevseroka Meclisa Bajarokê Hîsan Emel Deham El-Ebdullah axivî û got armanca wan a ji vê dewreyê ew e ku jin bikaribin bixwînin û binivîsin.

Ji jinên ku beşdarî dewreyê bûne, diya Mihemed a 54 salî ye, wiha got:"Di vî temenî de dixwazim fêrî xwendinê bibim, ji ber adetên civakê yên ku li ser me dihat ferzkirin, em ji xwendinê bê par diman."

(eh)

ANHA