Çalakiya Mertalên Zindî ya li Başûr tê astengkirin 

Ciwanên ku dixwest biçin herêma Qendîlê û li dijî êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk çalakiya ‘Mertalên Zindî’ bidin destpêkirin, hatin astengkirin. Her wiha endamên Şandeya Aştiyê jî xwest piştgiriyê bide çalakiyê, lê destûra derbasbûna wan jî nehat dayîn.

Çalakiya Mertalên Zindî ya li Başûr tê astengkirin 
21 hezîran, 2021   09:56
NAVENDA NÛÇEYAN

Tevgera Ciwanên Welatparêz ên Kurdistanê û Tevgera Jinên Ciwan ên Têkoşer, li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker dê îro li Qendîlê çalakiya ‘Mertalên Zindî’ bida destpêkirin.

Rojnewsê ragihand ku komên ciwanan ji serê sibehê ve berê xwe da Qendîlê. Her wiha gelek welatî jî bi armanca destekdayînê derketin rê lê li benda dawîn a li bajarokê Sengeser hatin astengkirin. Tevî hemû hewldanan jî, rêya ciwanan nehat vekirin.

Li ser astengkirinê ciwanan xwest ku bi meşê biçin Qendîlê, lê hêzên asayîşê mudaxele kir û nehişt biçin.

Di dema mudaxeleyê de ciwanek bi sivikî birîndar bû. Her wiha rojnamevanên ku dixwest bûyeran bişopînin jî, hatin astengkirin û derbkirin.

Komek endamên Şandeya Aştiyê ku ji Ewropayê hatibû û li Başûr hevdîtinan dike jî, xwest piştgiriyê bide çalakiyê lê destûra derbasbûna wan jî nehat dayîn.

Li ser astengkirinê, girse li benda kontrolê kom bû û çav li rê ye ku di kêliyên pêş de daxuyaniyekê bidin çapemeniyê.

<iframe width="750" height="447" src="https://www.youtube.com/embed/Qa5q0loamxo" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>