Rêxistina Mafên Mirovan: Divê NY erka xwe li hember Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk bîne

Rêxistina Mafên Mirovan a Herêma Cizîrê bi boneya Roja Penaberan a Cîhanê daxuyaniyek da û piştrast kir ku niştecihên Sûriyê yên di kampan de dijîn, bi xetereya tenduristî, civakî û psîkolojîk re rû bi rû ne.

Rêxistina Mafên Mirovan: Divê NY erka xwe li hember Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk bîne
20 hezîran, 2021   11:17
QAMIŞLO

Daxuyanî li pêşiya navenda Komseriya Penaberan a NY`yê a bajarê Qamişlo hate xwendin. Di daxuyaniyê de gelek ji koçber û penaberên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê amade bûn. Rêxistinê di daxuyaniya xwe de bang li rêxistinên herêmî û navneteweyî, Komseriya Kar û Barên Penaberan û NY`yê kir ku erka xwe pêk bînin, nexasim li Bakur û Rojhilatê Sûriyê.

Daxuyanî ji aliyê hevseroka Rêxistina Mafên Mirovan a Herêma Cizîrê Evîn Cûma ve hate xwendin. Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:

“Îro Roja Penaberan a Cîhanê ye ku ji aliyê NY`yê ve di Kanûna 2000`an de hate diyarkirin û bi awayekî fermî di 20`ê Hezîrana 2001`an de hate pîrozkirin. NY`yê dirûşma îsal a vê rojê "Bi hev re em baş dibin, fêr dibin û dibiriqin" diyar kir. Ev dirûşm balê dikşîne ser vîrusa Koronayê ku ji ber wê bi miloynan kes li tevahî cîhanê jiyana xwe ji dest da û penaberên ku hejmara wan 70 milyon kes derbas kiriye, beşek ji wan bûn.

NY`yê her wiha dewletên ku lihevkirinên taybet ên rewşa penaberan di sala 1951`an de îmze kir, alîkariya penaberan dikin ku bi ser bikevin ne tenê ji şer û aloziyan rizgar bibin. Alozî û şerê li Sûriyê ji destpêka 2011`an ve û heta roja îro ku bû sedem ku bi milyonan kes ji bajar û malên xwe derkevin.

Ev yek ji aliyê sekreterê giştî yê NY`yê Antonio Guterres ve hate teqez kir û wiha got: Aloziya Sûriyê ne ya xirabtirîn di aliyê mirovî de ye, lê belê ya xeternaktir e. Her wiha bandora xwe ya neyinî gihaştine hemû dewletên herêmê.

Di serjimariyan de hejmara penaberên Sûriyê yên li dewletên derdorê nêzî 2 milyon kes e ji ji sedî 75 jin û zarok in û 11 milyon kes bi rêya sînorên navneteweyî derbasî dewletên Ewropayê bûne. Her wiha zêdetirî 7 milyon kes di hundirê Sûriyê de koçberî herêmên din li welatê xwe bûne.

Nûnera taybet a Komseriya Bilind a Karûbarên Penaberan Angelina Jolie wiha got: Nîvê niştecihên Sûriyê derveyî malên xwe û di kampan de û bêyî ku cihek hebe lê bimînin, dijîn. Her wiha bi xeteriya tenduristî, civakî û piskoljîk re rû bi rû ne û ji ber wê jî gelek ji wan jiyana xwe ji dest dane praniya wan jin û zarok in.

Bi dehan kampên Sûriyê ku bi hezeran koçberên bi darê zorê ji mal û bajarên xwe derketine di wan de di nava rewşên zehmet de dijîn. Me dikarîbû serjimarî ji hejmara koçber û penaberan re çêkira lê em nikarin êş û zehmetiyan wan bêjin. Dereftên herî kêm ên jiyanê li gel wan peyda nabe. Di nava xizanî, nexweşî, tunebûna av û xwarinê de dijîn û ji mafên herî biçûk bê parin.

Em bang li aliyên pêwendîdar ji rêxistinên herêmî û navneteweyî yên karûbarên penaberan û di serî de Komseriya Bilind a Karûbarên Penaberan û NY`yê dikin ku erka pêk bînin nexasim li Sûriyê ji ber dorpêça li ser tê ferzkirin. Her wiha sînorekî  ji êş û zehmetiyan re daynin. Di heman demê, em bang li hemû rêxistinên civaka sivîl dikin ku alîkariyê bidin û sînorekî ji van zehmetiyan re daynin."

Saziyên ku daxuyanî îmze kiriye:

Weqfeya Jina Azad a Sûriyê
Komîteya Mafên Mirovan a Minbicê
Navenda Lêkolîn û Paratina Mafên Jinan a Sûriyê
Rêxistina Mafên Mirovan a Herêma Cizîrê
Rêxistina Mafên Mirovan a Herêma Firatê.

(bx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/ehBHccjHdDs" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>