​​​​​​​Li paş serdana şandeya Tirk a ji Lîbyayê re çi heye?

Li gel bangewaziyên derxistina çeteyên biyanî û dan û standinên navneteweyî yên ji bo piştgiriya xebata siyasî ya li Lîbyayê, şandeyeke peyabilind a Tirkî gihaşt Lîbyayê. Xuya ye dewleta Tirk dixwaze peyamekê bide ku çeteyên wî dê li Lîbyayê bimînin. Gelo çi li paş vê serdanê heye? Gelo kerastek û fitneyeke din e yan jî piştrastineke ji aliyê dewleta Tirk ve ye ku dê dagirkirina xwe ya li ser Lîbyayê berdewam bike?

​​​​​​​Li paş serdana şandeya Tirk a ji Lîbyayê re çi heye?
18 hezîran, 2021   00:47
NAVENDA NÛÇEYAN-ŞEYMA ELÎ-EMANÎ EZAM

Wezîrê parastinê yê Tirk Hûlûsî Akar tevî şandeyeke payebilind îna borî ji nîşkan ve serdana Lîbyayê kir. Şande ji wezîrê karûbarên derve Mevlût Çawîşoglu, wezîrê karûbarên hundirîn, serokê istixbaratê, serokê daîreya peywendiyan a serokatiya komarê û berdevkê serokatiyê pêk hat û bê koordîne serdana Lîbyayê kirin.

Beriya kongreya Berlîn 2 ku Almanya û Neteweyên Yekbûyî (NY) banga lidarxistina wê di 23`yê Hezîranê de kirine, ev serdan pêk hat.

Li gel ku dewleta Tirk îdia kir ku ji serdanê armanc dike hevkariya bi Lîbyayê re fireh bike û bala lîbyayan rihet bike ku Enqere dê bibe piştevanê herî mezin a wan, lêkolînerekî tirkî ku nêzî hikumeta Tirkiyê ye niyetên rastîn ên serdanê eşkere kirin. Di hevdîtinekê li gel kanaleke girêdayî dewleta Tirk de piştrast kir ku beriya kongreya Berlîn 2 ev serdan pêk hat û dewleta Tirk bi rêya wê dixwaze peyamekê bide dewletên rojavayî û NATO`yê ku siyasetên wê yên li hemberî Lîbyayê nayên guhertin.

Her wiha ev serdan li gel ku şandeyê taybet ê NY`yê yê Lîbyayê Jan Kubic xebatên xwe didomîne da ku destekê ji xebatên siyasî yên li Lîbyayê re kom bike, pêk hat.

Li gorî nexşerêya ku ji aliyê gelek dewletên mezin û aliyên Lîbyayê ve û bi çavdêriya NY`yê hatiye lihevkirin, divê hêzên biyanî û çete ji welêt derkevin. Lê ruxmî wê jî dewleta Tirk israr dike ku hêzên xwe venekişîne û baregehên xwe vala neke bi hinceta ku li ser bingeha lihevkirina bi hikumeta El-Seraj re li welêt in. Her wiha qebûl nake derdora 20 hezar çeteyên sûrî ji Lîbyayê derxe.

`BINPÊKIRINA SERWERIYÊ`

Têkildarî serdana ji nişkan ve û bê agahiya dewleta Lîbyayê Ehmed El-Mismarî got wezîrê parastinê yê Tirk Hûlûsî Akar bê koordîne derbasî Terablusê bû û ev yek li ser ji bo serweriya dewletê binpêkirin e.

El-Mismarî pirsî; “Gelo meclisa serokatiyê û hikumeta 6 mehan, saziyên civaka sivîl û çalakvanên siyasî ji vê tevgera hovane ya dewleta Tirk li ku ne?”

El-Mismarî wiha domand: “Bi rastî ev sûcek e ku hemû lîbyayan ji baregeha Maitîqayê hatin derxistin da ku hêzên dewleta Tirk wê bi temamî kontrol bikin. Piştre wezîrê wê yê parastinê li dijî vîna lîbyayiyan derbasî wê bibe û civînên xwe li ser astên bilind bi generalên tirk re li dar bixe.”

Her wiha El-Mismarî careke din pirsî gelo kî di balafirê de bi Akar re bû? Gelo serçeteyekî El-Qaîdayê pê re bû? Gelo pê re çekeke qedexekirî hebû?

`RAHÊNANEKE NÛ YE`

Girêdayî heman mijarê serokê Fransayê Emmanuel Macron got hempîşeyê xwe yê Tirk Recep Tayyîp Erdogan di hevdîtinekê li lûtkeya NATO`yê de jê re piştrast kiriye ku ew dixwaze di zûtirîn dem de çete ji Lîbyayê derkevin.

Gelek pisporên leşkerî û siyasî yên lîbyayî destnîşan kir ku ew daxuyaniyên Erdogan rahênaneke ji aliyê dewleta Tirk ve da ku beriya lidarxistina kongreya Berlîn 2 di 23`yê Hezîranê de li pêşiya serokên dewletên NATO`yê xwe nede şermekirin

Pisporan diyar kir ku ji ber tirsa hilweşandina hevalbendên dewleta Tirk ên ixwanan û binkeftina wan ku bigihêjin parlamaneto û serokatiyê, hêzên biyanî û çete ta piştî lidarxistina hilbijartinên bê dê li Lîbyayê bimînin

`XELEKEKE DIN A DESTWERDANA DEWLETA TIRK`

Têkildarî serdana neragihandî û ya ji nişkan ve mudirê navenda lêkolînên siyasî û şêwiriyan a Afro-Asiatic û lêkolînerê karûbarên Lîbyayê Mihemed Fethî El-Şerîf got: “Serdana Akar, xelekeke din a xelekên destwerdana dewleta Tirk a li ser Lîbyayê ye. Ev serdan delîla binpêkirina dewleta Tirk a serdestiya Lîbyayê ye. Dewletên rojavayî berpirsên vê yekê ne. Wezîrê tirkî weke ku Lîbya parêzegeheke Tirkiyê ye pê re dide û distîne.”  

El-Şerîf wiha gotina xwe berdewam kir: “Tevgereke gelek provokatîf e, dema wezîrê parastinê yê Tirk li balafirgeha Maitîqayê daket mîna ku li Tirkiyê ye. Ne meclisa serokatiyê yan jî hikumet an jî balyozxaneya Tirkiye ya li Terablusê haya wan ji vê serdanê hebû. Tenê agahiya leşkerên Tirk jê hebûn ku ji rayedarên nobetdarên baregehê yên lîbyayî xwestin ku dema balafir dakeve, ne li balafirgehê bin. Ev yek di dîmenên destpêkê yên gihaştina Akar de diyar bûn.”

`PEYAMEKE DEWLETA TIRK E KU FIŞARÊ LI CIVAKA NAVNETEWEYÎ BIKE`

Lêkolînerê karûbarên Lîbyayê da xuyakirin ku dewleta Tirk ji serdanê armanc dike fişarê li civaka navneteweyî bike ku bihêle ew li Lîbyayê bimîne bi taybet di dema lidarxistina civîna NATO`yê, li rex dijberiya Amerîka û Fransaya ya li hemberî hebûna dewleta Tirk li Lîbyayê de. Li gorî El-Şerîf Erdogan dixwaze hebûna xwe ya li Lîbyayê li ser dewletên rojavayî ferz bike, piştî ku karûbarên leşkerî ketin destê hêzên wê û hinek milîsên girêdayî wê. Heta meclisa serokatiyê û hikumet neçar in bi hebûna dewleta Tirk a li Lîbyayê bidin û bistînin, ev yek di serdanê de diyar bû. El-Şerîf serdan bi şermok û li derveyî urfên dîplomtaîk in bi nav kir.

`ASTENGKIRINA GERA DAN Û STANDINAN`

El-Şerîf serdan bi xelekeke fişarkirinê ji bo berdewama hebûna tirkî ya li Lîbyayê dît nexasim ku rêveberiya Erdogan fêm kir ku êdî cîhan hemû li ser mijara derxistina çeteyan ji Lîbyayê û lidarxistina hilbijartinan li hev kiriye. Anku dewleta Tirk dixwaze hebûna wê li Lîbyayê fermî be û li paş pardeyê bixebite da ku destkeftiyên xwe yên berê û yên pêşerojê biparêze.

Li gorî nirxandina El-Şerîf aloziya Lîbyayê li gel hebûna delweta Tirk çareser nabe û dewleta Tirk fêm kir ku çareseriya siyasî û pêkhatina lihevkirinekê li Lîbyayê li dijî berjewendiyên wê yên siyasî û aborî ne. Ji ber wê dê bi rêya alîgirên xwe yên ixwan fişarê bike û xebatên siyasî asteng bike û rojavayê Lîbyayê kontrol bike.

`DERGEHA AFRÎKAYÊ DESTKEFTIYÊN SIYASÎ Û ABORÎ YÊN DEWLETA TIRK E`

Der barê gotegotên li ser dezgehên çapemeniyê yên Tirk belav bûne ku dewleta Tirk dixwaze çeteyên Sûriyê ji Lîbyayê veguhêzîne Keşmîr û Efganistanê de El-Şerîf got: “Ez di wê baweriyê de me ku dewleta Tirk dev ji Lîbyayê bernade. Gelek sedemên wê hene jê destkeftiyên aborî ku li cihekî din nikare mîna wê bi dest bixe. Ya din destkeftiyên siyasî ne ku bi rêya hebûna xwe li Afrîkayê bi dest xistin, ji ber ku Lîbya dergeha Afrîkayê ye. Li rex wê jî parastina hebûna xwe ya li rojhilatê Deryayê Spî ku ji bo wê dozeke pir girîng e. Bi nêrîna min kontrolkirina Lîbyayê derfetê dide dewleta Tirk ku berjewendiyên xwe li rojhilatê Deryayê Spî pêk bîne. Wek encam dewleta Tirk dev ji Lîbyayê bernade û hegamoya xwe ya li wê herêmê qet naguhere.” 

 (şx)

ANHA