"Girtina nûnerên Rêveberiya Xweser û PYD’ê li dijî siyaset û protokolên lihevkirî ne"

Nûnerên Partiya Sûriya Pêşerojê û Partiya Nûjen û Demokratîk a Tebqayê, girtina nûnerên Rêveberiya Xweser û PYD’ê ji hêla hikumeta Başûrê Kurdistanê ve bi berjewendiyên ku dikevin xizmeta dewleta Tirk wesif kir û bang li hikumeta Başûrê Kurdistanê kir ku çarenûsa wan eşkere bike û tavilê wan berde.

"Girtina nûnerên Rêveberiya Xweser û PYD’ê li dijî siyaset û protokolên lihevkirî ne"
18 hezîran, 2021   04:39
TEBQA

Bi gurbûna êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmên Başûrê Kurdistanê û bêdengiya eşkere ya hikumetên Bexda û Hewlêrê re ku nîşaneya hevkarî û hevşirîkatiya bi êrişan re ye, her wiha piştî girtina nûnerên Rêveberiya Xweser û PYD’ê eşkere bû ku hikumeta Başûrê Kurdistanê bi dewleta Tirk a dagirker re hevkar e ku planên xwe li herêmê pêk bîne.

Girêdayî mijarê, nûnerê Nivîsgeha Têkiliyên Giştî ya Partiya Sûriya Pêşerojê ya Tebqayê Musene Ebdulkerîm wiha got: "Girtina nûnerên Rêveberiya Xweser ji hêla hikumeta Başûrê Kurdistanê ve li dijî bingehên siyaset û protokolên lihevkirî ne ku di navbera Rêveberiya Xweser û PDK’ê de çêbûn."

Musene Ebdulkerîm pêşwazîkirina PDK’ê ji Itîlafa Sûriyê re ya bi desteka dewleta Tirk a ku ew û çeteyan hovanetirîn sûcan li dijî gelê Kurd li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, li herêmên dagirkirî mîna Efrîn û Serêkaniyê pêk tîne, şermezar kirin û wiha domand: "Lê li gel vê, PDK’ê nûnerên Rêveberiya Xweser û PDK’ê digire."

Ebdulkerîm da zanîn ku divê PDK’ê xeteriya girtina nûnerên Rêveberiya Xweser baş bizane. Li gel wê jî destê PDK’ê bi awayekî eşkere di êriş û komployên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê de û dûrketina ji bo yekitiya Kurd de heye.

Ebdulkerîm bang li aliyên peywendîdar ên Başûrê Kurdistanê kir ku girtiyan serbest berdin, ji ber ev yek tenê xizmeta armancên partiya AKP`ê dike.

Li aliyekî din jî gerînendeyê Nivîsgeha Partiya Nûjen û Demokratîk a Tebqayê Mehmûd Etê axivî û got: "Helwesta hikumeta Başûrê Kurdistanê ya li hemberî Rêveberiya Xweser ji destpêkê ve cihê mixabiniyê bû û di demên dawî de jî zêdetir xirab bû, heta dijminatî gihaşt girtina nûnerên Rêveberiya Xweser a li hundirê Başûrê Kurdistanê ku pîvanên di navbera aliyên siyasî de bin pê dike."

Mehmûd Etê bal kişand ser hevkariya diyar a di navbera PDK`ê û dewleta dagirker a Tirk a li dijî Kurdên li tevahiya herêman de û ev şîrove kir: "Ev bi serê xwe xiyaneteke eşkere ye û qirkirina gelê Kurd dike armanc, mînaka wê jî kiryarên dagirkeriya Tirk li Başûrê Kurdistanê pêk anî."

Etê banga eşkerekirina çarenûsa nûnerên Rêveberiya Xweser û PYD`ê kir, her wiha bang li PDK`ê kir ku helwestên xwe yên der barê Rêveberiya Xweser de di berçavan re derbas bike da ku parastina yekitiya gelê Kurd li tevahiya herêmên Kurdistanê pêk were.

(bx)

ANHA