​​​​​​​Endamên Şandeya Aştiyê: Divê gel li dijî dagirkirina Başûr rabe ser pêyan

Endamên Şandeya Aştiyê ku ji bo lêkolînkirina êrişên dewleta Tirk a dagirker çûne Başûrê Kurdistanê, diyar kir ku ji aliyê hêzên PDK'ê ve tên astengkirin.

​​​​​​​Endamên Şandeya Aştiyê: Divê gel li dijî dagirkirina Başûr rabe ser pêyan
18 hezîran, 2021   01:56
NAVENDA NÛÇEYAN – ZANA DENÎZ

Êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Başûrê Kurdistanê ji 23'yê Nîsanê ve didomin. Ji bo rawestandina dagirkeriya li ser Başûrê Kurdistanê û guhdarkirina pirsgirêkên gel ku gundên wan hatine valakirin, şandeyeke aştiyê ji 14 welatên Ewropayê kom bûye, 11’ê Hezîranê çû Hewlêrê.

Welatiyên ku xwe gihand Başûrê, nehiştin bikevin Hewlêrê û li wir rastî astengiyên hikumeta Başûr hatin.  Piştî hemû astengiyan, hêzên PDK'ê xwest endamên Şandeya Aştiyê û Defend Kurdistan asteng bikin ku dixwest li ber nûnertiya Neteweyên Yekbûyî (NY) ya Hewlêrê daxuyaniyekê bidin. Piştî daxuyaniyê şandeyê ji bo hevdîtinan berê xwe da Silêmaniyê.

Çalakvan têkildarî astengiya rêveberiya PDK'ê û xebatên wan ên li Başûrê Kurdistanê ji ANHA'yê re axivîn.

Larissa ku ji Wuppertal a Almanyayê tev li Şandeya Aştiyê bûye, got: “Em ê têkoşîna xwe li hemû qadan bidomînin. Li Hewlêrê û beriya wê jî me demek dijwar derbas kir. PDK'ê hewl dida me bisekinîne. Em ji aliyê hêzên taybet ên PDK'ê ve hatin astengkirin ku li pêşiya nûnertiya NY'yê daxuyaniyekê nedin. Bi sedan leşker li ber otelê bi cih kiribûn. Destûr nehate dayîn ku gelek enternasyonalîst derbas bibin. Ji ber ku em di nava şandeya yekemîn de bûn, em bi şans derbas bûn."

Larissa diyar kir ku ew ê serdana sazî û dezgehên li Silêmaniyê bikin û wiha dewam kir: "Em wek Însyatîfa Defend Kurdistan û Şandeya Aştiyê ji bo rawestandina êrişên dewleta Tirk a dagirker li vir in. Ev têkoşîn dixwaze sînoran derbas bike. Divê her kes li cihê ku lê ye li dijî dagirkeriyê bibe xwedî helwest. Ji vê derê jî bang li gelê Almanyayê dikim. Karê ji bo nelirêkirina Almanyayê ku bi dewleta Tirk re hevkariyê dike, ji ber vê helwestê ye."

Andrea ku li ser navê Însîyatîfa Defend Kurdistan ji bajarê Bielefeld ê Almanyayê hatiye Başûr, got: "Ez ji ber êrişên dewleta Tirk ên li ser Kurdistanê gelekî bi fikar im. Em li Başûrê Kurdistanê wek şandeke ji 130 kesî li ser bangewaziya Defend Kurdistanê li vir in. Hejmara ku gihaştiye vê derê ji me re kêm e. Lê belê hem ji aliyê welatên xwe ve hem jî ji aliyê hikumeta Başûr ve welatiyên gelek welatan li Hewlêrê hatin astengkirin.”

Andrea diyar kir ku li dijî êrişên dagirkeriyê ew hatine Başûr da ku dengê aştiyê bilind bikin û destnîşan kir ku PDK'ê çekdar derxistine pêşiya wan û wiha pê de çû: "Divê dewleta Alman rastiyên Başûrê Kurdistanê baş bibîne. Divê Almanya destekê nede dewleta Tirk ku bêhtir çekan bifiroşe. Hikumeta Alman bi firotina çekan ji dewleta Tirk re, di kuştina sivîlan de dibe şirîk."

Niko ku di nava Şandeya Aştiyê de li ser navê tevgera femînîst a Almanyayê cih digire, wiha axivî: "Ez îro hem ji bo gelê Kurd hem jî ji bo têkoşîna femînîst li vir im. Dewleta Tirk li Mexmûrê jî li dijî sivîl û jinan êriş pêk anîn. Dîsa îro li Başûrê Kurdistanê sivîlan dike hedef. Ji deqeya yekem ku em gihaştin Hewlêrê, hikumeta Başûr ji bo me astengî danîn. Serdanên ku me dixwest bikin, asteng kirin."

Niko diyar kir ku piştî ku li Silêmaniyê hevdîtinan bikin, dixwazin biçin gundan û got: "Em dixwazin pirsgirêkên jinên ku ji ber êrişên dagirkeriyê neçar man gundên xwe terk bikin, bibihîzin. Dîsa em dixwazin rewşa gundan di cih de bibînin. Dewleta Tirk bi vê êrişa dagirkeriyê tevahî gelê Kurd û têkoşîna jinan dike hedef. Ez bang li hemû rêxistinên jinan ên femînîst dikim. Divê li dijî êrişên dagirkeriyê tê bikoşin. Gelê ku ji bo Rojava rabû ser pêyan, divê îro li dijî êrişa li ser Kurdistanê rabe ser pêyan."

Mathias Gerhart jî ku ji Almanyayê tev li Şandeya Aştiyê bûye, got: "Di vê demê de êrişên dewleta Tirk didomin. Em li Hewlêrê rastî gelek astengiyan hatin. Me xwest em biçin gundên ku gel neçar man ji ber êrişên dagirkeriyê jê veqetin û lêkolînan bikin. Ev daxwaz ji aliyê hêzên taybet ên PDK'ê ve hatiye astengkirin. Em bi şandeyeke ji 14 welatên cuda bi qasî 100 kesî li vir in. Wek şandeya ji 14 welatan, em jî bi protestokirina êrişa dewleta Tirk a dagirker a li ser Başûrê Kurdistanê hestên xwe yên hevgirtinê bi gelê Kurd re parve dikin. Em piştgiriyê didin têkoşîna azadîparêz, ekolojîk û demokratîk a jinan a gelê Kurd. Em bang li gelên cîhanê dikin ku li dijî êrişên dagirkeriyê yên ku dewleta Tirk bi pêş xistine, li ber xwe bidin. Divê her kes zextê li hikumetên welatên xwe bike ku destekê nede dewleta Tirk.”

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/mdAXcC_ZZFE" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>