ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 18-06-2021'AN

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 18-06-2021'AN
17 hezîran, 2021   23:00

-Yekitiya Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê Kongreya xwe ya 7’an bi sernavê"Ji bendewariyê kanî ziwa dibin çiqilên zeytûnê ziwan dibin...em ê vegerin" li Hola Zana ya Qamişlo li dar dixe, saet 11:00’an. (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Malbatên şehîdan ên Dêrikê ji PDK'ê xwest destekê nede dewleta Tirk û got “Zarokên me ji ber desteka PDK'ê ya ji bo dewleta Tirk şehîd dibin. Wek malbatên şehîdan em helwesta PDK'ê şermezar dikin û ji wan dixwazin ku demildest ji vê şaşiyê vegerin." (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Şêniyan siyasetên dijminatî yên PDK’ê li dijî Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê û PYD’ê pêk tîne, şermezar kirin û gotin "Divê Kurd li Hewlêrê bi azadî tev bigerin, ne çete." . (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Welatiyên kantona Hesekê got girtina nûnerên PYD’yê û Rêveberiya Xweser li Başûrê Kurdistanê berjewendiyên dewleta Tirk pêk tîne û pirsîn: “Gelo çima serokê PDK`ê çeteyên Îtîlafa Watanî bi coşeke mezin pêşwazî kirin û nûnerên Rêveberiya Xweser jî girtin?” (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Hevserokê Nivîsgeha Enerjiyê ya Tebqayê Welat Derwîş got di miqdara berdana ava Firatê de tiştekî nû tune ye û nabe dosya avê polîteze bibe. (BI WÊNE Û DÎMEN)

KURDISTAN

- Endamên Şandeya Aştiyê ku ji bo lêkolînkirina êrişên dewleta Tirk a dagirker çûne Başûrê Kurdistanê, diyar kir ku ji aliyê hêzên PDK'ê ve tên astengkirin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

JIN

- Rewşenbîrên bajarê Minbicê diyar kir ku hêzên derve hewl dan daxwazên gelê bajêr ji bo berjewendiyên xwe bikar bînin û wan daxwazin bikin proveksyon, da ku projeya neteweya demokratîk asteng bikin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Jinên Dêrazorê sûcên dewleta Tirk ên li dijî jinan û herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ‎şermezar kirin. Her wiha diyar kir ku ev sûc  plana tunekirinê ye û bang li ‎rêxistinên mafên mirovan û jinan kir ku destwerdanê bikin.‎ (BI WÊNE Û DÎMEN)

-Weqfa Jina Azad a Sûriyê kongreya xwe ya yekemîn li hola Zanîngeha Rojava ya Qamişlo li dar dixe, saet 09:00’an. (BI WÊNE Û DÎMEN)

POLÎTÎKA

- Nûnerên Partiya Sûriya Pêşerojê û Partiya Nûjen û Demokratîk a Tebqayê, girtina nûnerên Rêveberiya Xweser û PYD’ê ji hêla hikumeta Başûrê Kurdistanê ve bi berjewendiyên ku dikevin xizmeta dewleta Tirk wesif kir û bang li hikumeta Başûrê Kurdistanê kir ku çarenûsa wan eşkere bike û tavilê wan berde.  (BI WÊNE Û DÎMEN)

DOSYA

- Li gel bangewaziyên derxistina çeteyên biyanî û dan û standinên navneteweyî yên ji bo piştgiriya xebata siyasî ya li Lîbyayê, şandeyeke peyabilind a Tirkî gihaşt Lîbyayê. Xuya ye dewleta Tirk dixwaze peyamekê bide ku çeteyên wî dê li Lîbyayê bimînin. Gelo çi li paş vê serdanê heye? Gelo kerastek û fitneyeke din e yan jî piştrastineke ji aliyê dewleta Tirk ve ye ku dê dagirkirina xwe ya li ser Lîbyayê berdewam bike? (BI WÊNE Û DÎMEN)

-Lubnanê pêngavên xurt bi paş ve diavêje, û rojane ji dawiya toneleke reş ve nêz dibe, lê li dawiyê ronahî tune ye. Gelê Lubnanê yê ku pişta xwe bi avakirina hikumetê xurt dike ku ji vê aloziyê derkeve, êdî bedbîn dibe, ji ber ku zanî ku karta avakirina hikumetê di nava dabeşkirinê de winda bû. Bi wê re hêviyên pêşerojê têkçûn. (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Di demekê de ku hêrsa gel li hember rejîmê bi sedema qeyrana aborî û birêvebirina daneyan ji bo xizmeta destwerdanên Îranê li derve li ser hesabê şêniyan, zêde dibe, rejîma Îranê êşê ji hundirê erkanên rejîmê bi xwe dikişîne. Her wiha bi kêmbûna nifşê ku di şoreşa îslamî de jiya û derketina nifşên nû û nebaşiya rewşa tenduristî ya Murşidê Bilind re, rejîma Îranê neçcar e ku xwe biguhere yan jî li hember astengiyan berpirsiyar be. (BI WÊNE Û DÎMEN)

ANHA