Etiyopyayê biryara Komkara Erebî ya bendava El-Nehdayê red kir

Wezareta Karên Derve ya Etiyopyayê bi daxuyaniyekê diyar kir ku ew biryara Komkara Erebî ya der barê bendava El-Nehdayê de red dike. Her wiha destnîşan kir ku ev dozeke Afrîkayê ye û divê bi nêrînên wan were çareserkirin.

Etiyopyayê biryara Komkara Erebî ya bendava El-Nehdayê red kir
16 hezîran, 2021   09:46
NAVENDA NÛÇEYAN

Di daxuyaniya Wezareta Karên Derve ya Etiyopyayê de hat diyarkirin ku Edîs Ababa ew biryar red kir û destnîşan kir ku Etiyopya mafê wê yê rewa di çavkaniyên avê de heye ku bi kar bîne tevî ku rêzdariyê ji qanûnên navneteweyî yên têkildarî avê re digire.

Di daxuyaniyê de Etiyopyayê da xuyakirin ku tenê bi rêya hevkariyê û diyalogê ewlehiya avê ya dewletên hewza Nîlê pêkan e.

Di daxuyaniyê de, Wezareta Karên Derve ya Etiyopyayê, Misir û Sûdan tawanbar kirin ku wan nekarî pêşketinê di dan û standinên der barê bendava El-Nehda de bi dest bixin û hat piştrastkirin ku dagirtina bendava El-Nehda dê li gorî nexşeya ku ji bo wê hatiye amadekirin, li gorî pêşniyara koma lêkolînê ku ya pisporên ji 3 welatan, pêk were.

Wezaretê di daxuyaniyê de da zanîn ku bendava El-Nehda dozeke Afrîkayê ye û divê Afrîka çareser bike, her wiha anî ziman ku nakokiyên Etiyopya, Misir û Sûdanê tenê bi dan û standinên baş û çareseriyên afrîkî dê bi dawî bibin.

Têkildarî wê sekreterê giştî ya Komkara Erebî Ehmed Ebû El-Xît piştî cîvîna Dewhayê diyar kir ku Komkara Erebî bang li Meclisa Ewlehiyê ya NY’yê kir ku li hev bicivin ji bo ku nakokiyên ku ji ber dagirtina bendava El-Nehdayê çêbûne, lêkolîn bikin.

Komkara Erebî jî diyar kir ku ew ji ber biryara Etiyopyayê ya destpêkirina qonaxa duyem a dagirtina bendava El-Nehda bi fikar e.

Dewletên Ereban bang li Etiyopyayê kir ku dev ji biryarên yekalî berde ku zirarê bi berjewendiyên avî yên Misir û Sûdanê dike.

(dm)