Rojnameyên erebî: Dan û standinên aştiyê li Yemenê bi bin ketin

Rojnameyên erebî yên îro behsa aloziya bendava El-Nehda, aloziya Yemenê û rewşa Filistîn û Îsraîlê kir.

Rojnameyên erebî: Dan û standinên aştiyê li Yemenê bi bin ketin
16 hezîran, 2021   06:55
NAVENDA NÛÇEYAN

‘DESTEKA EREBAN JI MISIR Û SÛDANÊ RE DI ALOZIYA EL-NEHDA DE’

Têkildarî mijarê rojnameya Şerq El-Ewsat wiha nivîsî: "Wezîrên karên derve yên dewletên Ereban desteka xwe ji Misir û Sûdanê re di civîna şêwermendiyê de ku duh Ii Dewhayê hate lidarxistin der barê israra Etiyopyayê ku bendava El-Nehda ya li ser çemê Nîl ava kiriye, pişterast kir.

Wezîrên Ereban der barê banga Meclisa Ewlehiyê ji bo nîqaşkirina vê aloziyê de li hev kir. Wezîrê karên derve yê Misirê Samih Şikrî duh teqez kir ku dan û standinên bendava El-Nehda bi aliyê Etiyopyayê re bi bin ket û gelê wê der barê însiyatîf û pêşniyarên çareserkirina dozê de bi israr in.

Sekreterê giştî yê Komkara Erebî Ehemd Ebû El-Xêz ragihand ku lihevkirineke erebî heye ku ewlehiya avê ji Misir û Sûdanê re parçeyek ji ewlehiya neteweya Ereb e.”

‘ISRARA HÛSIYAN AGIRBESTA LI YEMENÊ ASTENG DIKE’

Girêdayî rewşa Yemenê rojnameya El-Beyan ev tişt got: "Nûnerê NY`yê yê taybet ê Yemenê Martin Griffiths piştrast kir ku komên Hûsiyan bi şertên xwe ve yên qebûlkirina lihevkirina agirbestê ve girêdayî ne. Her wiha hişyarî ji ber windakirina vê derfetê da û teqez kir ku dê sûdeke mezin a agirbestê di aliyê mirovî de hebe û dê derfet were dayîn ku rêyên di navbera parêzgehan de, di nav de balafirgeha Senha, werin vekirin û qeydên wergirtina sotemeniyê bi rêya bendera El-Hudeyda jî werin rakirin.” 

‘NETANYAHU HÊVIYA ÇARESERKIRINA HER DU DEWLETAN BI DAWÎ KIR’

Der barê rewşa Filistîn û Îsraîlê de rojnameya El-Ereb ev tişt nivîsî: "Piştî çend salên dirêj Benjamin Netanyahu nema serokwezîrê Îsraîlê ye. Careke din guhertina hikumeta Îsraîlê hêvî li gel hin aliyên siyasî ava kir. Ji ber texmîa ku dibe ev yek bibe tevgerek li eniya Îsraîl – Filistînê. Heger derketina hikumeta nû karibe her du dewletan çareser bike wekî çareseriyeke dîrokî, yan jî dê tenê bimîne xeyalek ji hikumetên li pey re.

Netanyahu hêviya çareserkirina her du dewletan beriya ku dev ji hikumetê berde, bi dawî kir.”

(bx)