​​​​​​​Di xwepêşandanên li Qudisê de 33 filistînî birîndar bûn

Li deverên cûda yên Qudisê di enama şerê di navbera filistînî û polîsên Îsraîlê de 33 filistînî birîndar bûn û 17 jî hatin girtin. Li ser sînorê Xezayê çalakiyê gel dest pê kirin.

​​​​​​​Di xwepêşandanên li Qudisê de 33 filistînî birîndar bûn
15 hezîran, 2021   21:05
XEZA

Li gorî çavkaniyên tibî yên Filistînê, di encama ji hev xistina xwepêşanêdanên li bajarê Qudisê û qada Haît El-Buraq de 33 filistînî birîndar bûn.

Komeleya Heyva Sor jî ragihand ku li derdora bajarokê Qedîma ya Qudisê  di encama pevçûnên di navbera polîsên Îsraîlê û filisîtiyan de 33 kes birîndar bûn. Her wiha diyar kir ku ji birîndaran 6 ji bo nexweşxaneyan hatin veguhestin û yên din meydanî hatin dermankirin.

Çavkaniyên din diyar kirin ku polîsên Îsraîlê 17 filistîn girtin ku êrişî polîsan û kesên hatin bicihkirin, kirin.

Nûçegihanê me ji Xezayê ragihand ku çalakiyên gel ên bi şevê careke din li ser sînorê Xezayê dest pê kir. Çalakî li hemberî girankirina ambaroya li ser Xezayê û girtina deriyên sînor û qada nêçîrvaniyê li deryaya Xezayê tên lidarxistin.

Her wiha diyar kir ku di çalakiyê de nepoxên şewatê û bombe ber bi wargehên Îsraîlê ve hatin avêtin.