Kongreya Civaka Îslama Demokratîk kongreya xwe ya duyemîn li dar xist

Kongreya Civaka Îslama Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyê kongreya xwe ya duyemîn li dar xist, rêveberiya xwe ya nû hilbijart û gelek biryar dan.

Kongreya Civaka Îslama Demokratîk kongreya xwe ya duyemîn li dar xist
Kongreya Civaka Îslama Demokratîk kongreya xwe ya duyemîn li dar xist
Kongreya Civaka Îslama Demokratîk kongreya xwe ya duyemîn li dar xist
Kongreya Civaka Îslama Demokratîk kongreya xwe ya duyemîn li dar xist
Kongreya Civaka Îslama Demokratîk kongreya xwe ya duyemîn li dar xist
15 hezîran, 2021   18:19
QAMIŞLO

Bi diruşma "Aştiyê belav bikin, ber bi biratiya mirovahî û aştiya cîhanê ve" Kongreya Civaka Îslama Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyê – Rojava, kongreya xwe ya duyemîn li dar xist. Kongrê li Navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo ya bajarê Qamişlo bi beşdarbûna nûnerên saziyên sivîl, olî û partiyên siyasî hate lidarxistin.

Kongre bi xwendina Fatîheyê û deqeya rêzgirtina  bîranîna şehîdan dest pê kir. Piştre Hevserokê Akademiya Îsalama Demokratîk Şêx Ebdullah Hisên ayatên Quranê xwendin.

Hevseroka Kongreya Civaka Îslama Demokratîk Delal Xelîl axivî û got: "Em bi hêvî ne ku encamên vê kongreyê bikeve xizmeta tevahî civakê û li ser erdê pêk were da ku em karibin li hemberî hêzên tarî yên xwedî zihniyeta tundraw mîna dagirkeriya Tirkiyê bisekinin ku hewl didin bi rêya îslama siyasî ya dûrî cewherê îslama rasteqîn armancên xwe pêk bîne."

Hevserokê Kongreya Civaka Îslama Demokratîk Şêx Mihemd El-Xerzanî jî diyar kir ku kongrê di demekê de ku şerê dikeve şûna aştiyê, nefiretkî dikeve cihê hezkirinê û nakokî li şûna hevkariyê tê lidarxistin. El-Xerzanî banga hevgirtin, belavkirina çanda diyalog, hezkirinê û pêkanîna ewlehiyê li herêmê kir.

Şêx Mihemed El-Xerzanî got: "Kongreya Civaka Îslama Demokratîk berpirsyartiya eşkerekirina bazirganiya bi îslamê girtiye ser xwe, ku bi rêya talankirin, kuştin, wêrankirin, dagirkirin dixwazin armancên xwe pêk bînin. Her wiha berpirsyartiya jinûve vegerandina xweşikbûna îslamê, rihê û nêrîna wê ya durst girtiye ser xwe."

Piştre nirxandinên rêber Abdullah Ocalan ên derbarê neteweya demikratîk û cewhrê îslama rast ji aliyê semînervanê di Zanîngeha Rojava de Ebdurehman Bedirxan ve hatin xwendin.

Endamê Saziya Olî ya Reqayê Şêx Ehemd Arûnî rapora xebatên du salan ên Kongreya Civaka Îslama Demokratîk xwend û sinevîzyoneke li ser karên ku pêk anîne, hate pêşandan.

Piştre jî endama Desteya Hevserokatiya PYD'ê Foza Yûsif jî axivî û got, damezirandina Kongreya Civaka Îslama Demokratîk girîng e ku maskan li ser durûstiya heyî ya bi navên cûda rake.

Foza Yûsif bi domdarî got: "Sedema sereke ya nakokiyên li Rojava Navîn û cîhana îslamî tunebûna nêrîneke durist ji ol û îslamê re ye. Tevî ku navenda şaristaniyê bû, lê bi derketina tundrawiyê û fikirê tundraw re veguherî  beyareke zûha ku ji bilî stiriyan tiştekî din nade."

Foza Yûsif diyar kir ku pêwîst e rastiya bazirganiya bi ola îslamê were eşkerekirin û got: "Ev erkeke da ku civak ji nezanbûnê were rizgarkirin û cewherê îslama rast vegere û ronesanseke fikirî û civakî pêk were."

Endama Koordînasyona Kongreya Star a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Muna Yûsif bal kişand ser girîngiya ku civak ber bi rêya durust ve were bi rêvebirin, mafên jinan were mîsogerkirin û wekhevî di navbera jin û mêran de pêk were.

Piştî axaftinan kongre ji ragihandinê re girtî dewam kir û rêzikname hate nîqaşkirin.

Piştre 25 endamên Meclisa Şûra ya Giştî ya Kongreya Civaka Îslama Demokratîk, 9 nûnerên kongeyê li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, hevserok û 4 şêwirmendên hevserokatiya kongreyê hatin hilbijartin.

Kongrê bi biryaran bi dawî bû. Ji wan; li tevahî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê akademiyên îslama demokratîk werin vekirin, tevahî endamên kongreyê li ser meteryalên îslama demokratîk werin perwerdekirin, têkilî bi saziyên derve yên têkildarî kar û barên olî re werin xurtkirin, rola jinan di kongreyê de were xurtkir û di aliyê çandî, siyasî û civakî de were pêşxistin.

ANHA