Li Kobanê komxebatek ji bo sekna li dijî fitne û derbekirina aramiya herêmê hat lidarxistin

Nivîsgeha Têkiliyan a PYD’ê ya li Herêma Firatê komxebatek bi diruşma "Bi dîplomasiya civakê em parastina destkeftiyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bikin" li dar xist ku çareyan ji rewşa li ser herêmê re ji hewldanên derxistina fitne û derbekirina ewlehiya herêmê, bibînin.

Li Kobanê komxebatek ji bo sekna li dijî fitne û derbekirina aramiya herêmê hat lidarxistin
Li Kobanê komxebatek ji bo sekna li dijî fitne û derbekirina aramiya herêmê hat lidarxistin
Li Kobanê komxebatek ji bo sekna li dijî fitne û derbekirina aramiya herêmê hat lidarxistin
Li Kobanê komxebatek ji bo sekna li dijî fitne û derbekirina aramiya herêmê hat lidarxistin
Li Kobanê komxebatek ji bo sekna li dijî fitne û derbekirina aramiya herêmê hat lidarxistin
Li Kobanê komxebatek ji bo sekna li dijî fitne û derbekirina aramiya herêmê hat lidarxistin
Li Kobanê komxebatek ji bo sekna li dijî fitne û derbekirina aramiya herêmê hat lidarxistin
Li Kobanê komxebatek ji bo sekna li dijî fitne û derbekirina aramiya herêmê hat lidarxistin
Li Kobanê komxebatek ji bo sekna li dijî fitne û derbekirina aramiya herêmê hat lidarxistin
14 hezîran, 2021   16:17
KONANÊ

Komxebat li hola Newroz ya Kobanê li dar ket û tê de gelek kesayetên serbixwe, rewşenbîr, şêxên eşîrên Ereb û Kurd ên ji herêmên Minbic, Eyn Îsa û Kobanê, endam û rêveberên saziyên sivîl ên Herêma Firatê amade bûn.

/ar/uploads/files/2021/06/14/145239_bdran-hmw-.webp

Komxebat bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir, dûvre Hevserokê Nivîsgeha Têkiliyên Dîplomasî ya Partiya Yekitiya Demokrat (PYD) şaxê Helebê Bedran Hemo axaftina destpêkê kir û bi xêrhatina beşdaran kir û hêvî kir ku komxebat bi encam û wesiyetên nû ku bikevin xizmeta tevahî civakê bi dawî bibe.

MIJARA KOMXEBATÊ

/ar/uploads/files/2021/06/14/145300_bkr-hj-aysa.webp

Dûvre Hevserokê Nivîsgeha Têkiliyên Dîplomasî ya PYD’ê  ya Herêma Firatê Bekir Hac Îsa mijara komxebatê bi gotina rêber Abdullah Ocalan xwend: "Heke neteweya demokratîk rih be, Rêveberiya Xweser benden e. Rêveberiya Xweser a Demokratîk rewşa avakirina neteweyî ye."

Bekir Hac Îsa wiha mijara komxebatê berdewam kir: "Fikir û felsefeya rêber Abdullah Ocalan xwe dispêre şaristandiya demokratîk û çanda modernîteya demokratîk ku armanca wê ne hilweşîna saziya dewletê û avakirina dewleteke nû li şûna wê ye. Lê belê xwe dispêre avakirina civakeke exlaqî, siyasî, dîplomasî û rêxistinkirî ku pransîba wê demokratî, dîplomasiya civakê, azadî, wekhevî, edalet, civakî, pêşxistina xwezayê, beşdariya dilxwazî, çareserkirina pirsgirêkan bi diyalog, nîqaş, rexne û rexendayînê, ye."

Bekir Hac Îsa destnîşan kir ku pêdiviya vê rêgeza rasteqîn a avakirina pergaleke demokrat a pirrengî ku tê de wekheviya jiyana hevbeş û beşdariya di dayîna biryaran de bi xebata îsbatkirina têgeha dîplomasiya civakî heye, da ku parastina destkeftiyên ku şêniyên sûrî bi taybet Bakur û Rojhilatê Sûriyê di oxira wê de gelek qurbanî dan, heye.

Bekir Hac Îsa wiha pê de çû: "Li qada Sûriyê pêşdeçûn û destweranên ji bo kûrkirina krîza Sûriyê hene. Lê hikumeta Şamê û rejîma Erdogan û çeteyên wî tenê bi derbekrina vîna gel û têkbirina rûmeta gelên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê mijûl e û rola Rûsyayê jî li Sûriyê pir neyênî ye. Her wiha bûyerên li Minbicê û beriya wê li herêmên dîtir bûne, bi awayekî eşkere bikaranîna xwestekên gel û mafên xwepêşandanên aştiyane û demokratîk diyar dike. Dewleta Tirk hewl dide bi rêya van bûyeran planên xwe bi rêya çeteyên li wan herêmên û hikumeta Şamê pêk bîne."

Bekir Hac Îsa bi rêya komxebatê piştrast kir ku Rêveberiya Xweser îro nûnertiya rewa ya berjewendiyên tevahî sûriyan dike û li hember hewldanên jevkirin û parçekirina Sûriyê û gelê wê disekine û parastina nansnameya wê ji qirkirinê dike. Lê dema ew tê hedefgirtin, wê demê vîna tevahî sûriyan tê hedefgirtin, bi wê re çi altarnatîfa projeya rêveberiyê wê bibe nimûniyeke zindî ji projeya îxwan û çeteyên bi piştevaniya dewleta Tirk û projeya hegamoniyê û desthilatiya hikumeta Şamê.

Bekir Hac Îsa wiha gotina xwe bi dawî  kir: "Bi rêya lidarxistina rêzepanel û semîneran em hewl didin rewşê bi awayekî rasteqîn şîrove bikin, pisgirêkên welatiyên sûrî nas bikin û bi rihekî berpirsiyarî û baweriyeke bilind li pirsgirêkên wan guhdar bikin, da ku em bigihînin xewna şehîdan. Her wiha da ku dîplomasiya civakî bibe rêbazeke gihandina renxeyên durist ji Rêveberiya Xweser û saziyên wê re ku jiyana birûmet misoger bibe û ber bi avakirina Sûriyeke pêşerojê û civakeke exlaqî, siyasî, demokratî û dîplomasî ve biçin."

Piştî xwendina mijara komxebatê bi dawî bû, deriyê nîqaşê bi beşdaran re li ser mijara komxebatê hat vekirin. Beşdaran piştrast kir ku divê têgehên demokrasiya hevbeş werin belavkirin, dozên civakî werin çareserkirin û rêxistineke di navbera rêveberî û gel de were dîtin, da ku pirsgirêkên civakî dernekevin û destên veşartî yên derve fîtneyan di navbera gel de dernexin.

Beşdaran da zanîn ku divê xebat li ser pêkanîna xwestekên gel bi rêyên aştiyane were kirin û nehêlin dijmin gel wek alavekê ji bo derxistina fitneyan bi kar bûne, her wiha divê ji civakê re kûrahiya projeya neteweya demokratîk û têgeha Rêveberiya Xweser were şîrovekirin, da ku van astengiyan derbas bikin.

Beşdaran diyar kir ku pêwîstî bi rêxistina gelan, rola partiyên siyasî heye, da ku dengê gel bigihîne rêveberiyê û bibe armanceke hevbeş. Ew jî rizgariya Sûriyê ji vê merheleyê ye ku civakeke hevgirtî were avakirin.

ENCAMNAMEYÊN KOMXEBATÊ

Piştî nîqaşa bi beşdaran re, komxebat bi gelek encamnameyan bi dawî bû, jê jî piştevaniya deste, komîte û nivîsgehên Rêveberiya Xweser ku yekitiya biryaran di tevahî aliyan de misoger dike, rêgeza biratiya gelan were xurtkirin, li hember dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê û tevahî aliyên ku hewl didin aramî û ewlehiya li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bisekinin, bi taybet şerê taybet ê bi armanca reşkirina Rêveberiya Xweser. Her wiha divê rêzepanel û semîner werin lidarxistin, civîneke berfireh bi rûspiyên eşîrên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê re bi taybet Minbicê were lidarxistin, girîngiyê bidin rola çapemeniyê, jinûve siyaseta bac û gumrikan were formîlekirin, civîn di navbera rûspî, şêx û rêxistinên civaka sivîl û rêveberiyê de werin lidarxistin, Meclisa Şêwirê ji rûspiyên eşîr, partî, kesayetên serbixwe û rewşenbîran re were avakirin, kongreya neteweyî ya sûrî were lidarxistin ku bibin hevkar di avakirina pêşeroja Sûriyê de.

/ar/uploads/files/2021/06/14/145220_anwr-mslm-.webp

Piştre, komxebat bi axaftina Hevserokê PYD’ê Enwer Muslim bi dawî bû û wiha got: "Nabe hevrûkirin di navbera herêmên Rêveberiya Xweser û herêmên ku dewleta Tirk a dagirker dagir kirine çêbibe. Ji ber li herêmên Rêveberiya Xweser gel xwe bi xwe sazî û herêmên xwe bi rê ve dibe, kêmasiyan rexne dike û li hemberê jî çare ji pirsgirêkan re tên dîtin û tevahî kêmasî tên derbaskirin."

destnîşan kir ku herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi rûspî û şêxên eşîrên xwe serbilind e, ji ber ew deng û xwestekên gel digihînin rêveberiyê û wiha got: "Da ku fitne li dijî gel neyên derxistin, divê em hevgirtî bin, diyalog û hevpeyvînên dorveger bi rêya partiyên siyasî yên ku piştevaniya aramiya herêmê dikin re werin lidarxistin."

(fr)

ANHA