Meclisa Partiya Sûriya Pêşerojê li Sirînê panelek li dar xist

Meclisa Sûriya Pêşerojê a herêma Firatê têkildarî rewşa aborî ya herêma Firatê û asta pêşketina wê panelek li navçeya Sirînê li dar xist.

Meclisa Partiya Sûriya Pêşerojê li Sirînê panelek li dar xist
Meclisa Partiya Sûriya Pêşerojê li Sirînê panelek li dar xist
Meclisa Partiya Sûriya Pêşerojê li Sirînê panelek li dar xist
Meclisa Partiya Sûriya Pêşerojê li Sirînê panelek li dar xist
14 hezîran, 2021   16:13
KOBANÊ

Panela bi beşdarbûna kesayetên ku girîngiyê didin rewşa aborî, rûspiyên eşîran, hin kesayetên leşkerî yên Meclisa Leşkerî ya Herêma Firatê û nûnerên saziyên sivîl ên navçeya Sirînê li dar ket.

Panel bi rêzgirtinê dest pê kir, piştre serokê Meclisa Partiya Sûriya Pêşerojê a Herêma Firatê Îsmaîl El-Xalid armancên lidarxistina vê panelê xwend.

El-Xalid got, ji girîngtirîn armancên vê panelê guhdarkirina li daxwazên gel û pêkanîna wan,  piştgiriya aboriya herêmê û hewldanên rengkirina aboriya herêma Firatê, her wiha dayîna nexeşreyekê ji bo herêma Firatê da ku pêkanîna aboriyeke dewlemend bişopîne û debara welatiyan bi cih bîne.

/ar/uploads/files/2021/06/14/145908_aly-ywsf-aljadr.webp

Hevserokê Şîrketa Pêşxistina Civaka Çandiyê ya Herêma Firatê Ebdulbasit Mihemed semînerek der barê geşedana aborî ya li herêmê Firatê, çareserî, pêşniyar, rewşa û rûbirûbyînê da. Ebdulbasit Mihemed îşaret bi girîngiya pêkanîna debarê, li şûna ku ji derve were girtin kir, her wiha çawaniya sûdwergirtina ji hêza karkeran li herêmê şîrove kir.

ENCAMÊN PANELÊ

Beşdaran nêrînên xwe yên têkildarî manekîzmeya sûdwergirtina ji aboriya herêma Firatê û pêşxistina wê destnîşan kir û di dawiya panelê de jî tevde li ser encaman li hev kir ku divê pêk bînin û heta pêşxistina aboriya herêmê bixebitin.

Endamê Meclisa Partiya Sûriya Pêşerojê Elî Yûsif El-Cadir girîngtirîn encamên panelê ragihand û got: "Divê nifşekî nû ava bikin ku xwe bispêrin hilberînên erênî û xwe nespêrin karan ku li ser rêveberiyê û civakê bibin bargiranî, divê xebateke hevpar di navbera saziyên Rêveberiya Xweser û rêxistinên cuda, civaka herêmî, aliyên taybet de  were meşandin da ku nexşeya pêşxistina aboriya herêmê diyar bikin."

Elî Yusif ev li gotina xwe zêde kir:"Divê pêşniyar ji aliyên peywendîdar ên Rêveberiya Xweser re werin pêşkêşkirin, da ku asta xizmetguzariyê û rewşa debarê ya herêma Firatê baş bibe."

Elî Yûsif bal kişand ser girîngiya rêbazên îstismarkirinê, derfetên madî yên herêma Firatê û çawa ev rêbaz bikevin xizmeta gel û sûdê jê werbigirin û ev şîrove kir:"Divê projeyên biçûk werin avakirin, piştgirî jê wan re werin pêşkêşkirin, madeyên sereke ji wan re werin peydakirin."

Amadekarê panelê û serokê Meclisa Partiya Sûriya Pêşerojê ya Herêma Firatê Îsmaîl El-Xalid ji ANHA'yê axivî û got "Armanca wan a ji lidarxistina vê panelê ew e ku erdnîgariya herêmê baş nas bikin, xizmetê jê re bikin, ji bo aboriyê lêkolînan bikin û beşdarî vekirina projeyên biçûk bibin."

Îsmaîl El-Xalid di dawiyê de destnîşan kir ku wan bang li aborînasan kir ku tev li vê panelê bibin, li beşdaran guhdar bikin û  hewcedariyên herêmê nas bikin, herî dawî derbarê mekanîzmeya rêvebirina aboriya herêmî û pêşxistina wê bêyî ku xwe bispêre pisporên derve de biryar bidin.

(eh)

ANHA