Dagirkeriya Tirk du welatiyan ji bajarokê Hemam Turkmen ê dagirkirî revandin

Çavkaniyekî xwecihî ji kantona Girê Spî ya dagirkirî ragihand ku artêşa Tirk a dagirker 2 welatî ji bajarokê Hemam Turkmen ê girêdayî kantona dagirkirî revandine.

Dagirkeriya Tirk du welatiyan ji bajarokê Hemam Turkmen ê dagirkirî revandin
14 hezîran, 2021   11:12
EYN ÎSA

Li gorî heman çavkaniyê, dewriyeyeke dagirkeriya Tirk duh bi şev girte ser bajarokê Hemam Turkmen û şêniyê bi navê Xelîl Îbrahîm El-Silêmen ê ji êla El-Turkmen û Xewle Yasîn El-Mele ya ji êla El-Qerqer a Turkmen revandin.

Heta niha çaranûsa her duyan ne diyar e.

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê sûcên hovane li dijî gelên herêmên dagirkirî pêk tînin û bêdengiya navneteweyî ji bo berjewendiyên xwe bi kar tînin.

(şx)

ANHA