Şêniyên Dêrikê: Na ji birakujiyê re

Şêniyên Dêrikê di merasîma sersaxiyê ya 5 şehîdên HPG`ê de bang li PDK`ê kir ku dev ji piştgiriya xwe ya ji dagirkeriya Tirk re berde û jê xwest ji şerekî birakujiyê dûr bikeve.

Şêniyên Dêrikê: Na ji birakujiyê re
14 hezîran, 2021   11:09
 QAMIŞLO

Vê sibê şêniyên herêma Dêrikê berê xwe da Navenda Ciwanan a li rojhilatê navçeyê da ku sersaxiyê bidin malbatên 5 şehîdên Hêzên Parastina Gel (HPG); Sarya Çiya, Diyene Mariya, Amara Cûdî, Rûbar Merûfî û Jîn Yilmaz ku li Herêmên Parastinê yên Medyayê di êrişên bi çekên kîmyewî yên dewleta Tirk a dagirker de şehîd bûne. 

Beşdarên merasîmê wêneyên şehîdan, alên Meclisa Malbatên Şehîdan hildan.

/ar/uploads/files/2021/06/14/100050_saad-mstfa.webp

Di merasîmê de dayika şehîd Hevrîn Xelef û endama Meclisa Malbatên Şehîdan Sûad Mistefa axivî û sersaxî da malbatên her 5 şehîdan û tevlêbûna malbatan ji Meclisa Malbatên Şehîdan re pîroz kir.

Sûad destnîşan kir ku malbatên şehîdan dê şopdarên rêya şehîdan bin heta ku hemû axa Kurdistanê rizgar dibe.

/ar/uploads/files/2021/06/14/095859_dyar-hsn.webp

Endamê rêveber ê Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) şaxê Girkê Legê Diyar Hesen axivî û piştrast kir ku gelê Kurd di pêvajoyeke hesas re derbas dibe ku dewleta Tirk bi piştgiriya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) siyasetên mêtingeriyê dimeşîne. Hesen bang li gelê Kurd kir ku hişyar bin û fişarê li PDK`ê bikin ku dev ji helwestên xwe berde.

\

Endama rêveber a Kongreya Star Zelfe Bedo destnîşan kir ku dewleta Tirk çekên NATO`yê di êrişên xwe de bi kar tîne û li ber çavên cîhanê Herêmên Parastinê yên Medyayê bi çekên qedexekirî bi kar tîne. Li rex wê jî PDK piştgiriya wê dike û gerîla tengav dike.

Zelfe da xuyakirin ku gerîla ji destpêkê ve ragihand ku ew naxwaze şerekî birakujiyê bi pêşmergeyan re rû bide.

/ar/uploads/files/2021/06/14/095923_rdhwan-amr.webp

Apê şehîd Diyene Mariya, Ridwan Omer axivî û bang li gelê Kurd kir ku li hemberî dewletên mêtinger, di sêrî de dewleta Tirk, bibin yek.

Di dawiya merasîmê de wesîqeyên şehadeta yên şehîdan radestî malbatên wan hatin kirin.

(şx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/tSVAiqXzY1U" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>