Şêniyên Helebê tev li meşa "Li dijî dagirkerî û xiyanetê meşa rûmetê" bûn

Bi hezaran şêniyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê tev li meşa "Li dijî dagirkerî û xiyanetê meşa rûmetê" bûn û bi rêya wê piştgiriya PDK’ê ji dewleta Tirk a dagirker re di êrişên li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê de şermezar kirin û piştgirya xwe ji gerîla re heta bidawîkirina dagirkeriyê nîşan da.

Şêniyên Helebê tev li meşa "Li dijî dagirkerî û xiyanetê meşa rûmetê" bûn
Şêniyên Helebê tev li meşa "Li dijî dagirkerî û xiyanetê meşa rûmetê" bûn
Şêniyên Helebê tev li meşa "Li dijî dagirkerî û xiyanetê meşa rûmetê" bûn
Şêniyên Helebê tev li meşa "Li dijî dagirkerî û xiyanetê meşa rûmetê" bûn
Şêniyên Helebê tev li meşa "Li dijî dagirkerî û xiyanetê meşa rûmetê" bûn
Şêniyên Helebê tev li meşa "Li dijî dagirkerî û xiyanetê meşa rûmetê" bûn
Şêniyên Helebê tev li meşa "Li dijî dagirkerî û xiyanetê meşa rûmetê" bûn
Şêniyên Helebê tev li meşa "Li dijî dagirkerî û xiyanetê meşa rûmetê" bûn
Şêniyên Helebê tev li meşa "Li dijî dagirkerî û xiyanetê meşa rûmetê" bûn
13 hezîran, 2021   19:32
HELEB-ARIF SILÊMAN-MIHEMED EBDO

Bi hezaran şêniyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê li pêş hola civînan a beşa rojavayê taxê kom bûn, alên HPG, PKK, TEV-DEM, Kongreya Star, Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê, HPC’ê û pankartên "Piştgiriya pêşengên gelê Kurd erkeke neteweyî û mirovî ye û dê asta têkoşîn û berxwedanê li hember êrişên hovane û qirkirinê bilind bikin" hildan.

Meş bi diruşmên silavkirina berxwedana gerîla û şermezarkirina îxanetê dest pê kir. Dema şênî gihaştin Qada Cebanat a beşa rojhilatê taxê deqeyeke rêz girtin, piştre şêniyan guhdarî axaftina rêber Abdullah Ocalan a li ser yekitiya gelê Kurd kir.

Dûvre Hevserokê Meclisa Giştî ya Taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê Mihemed Şêxo li ser êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmên Başûrê Kurdistanê axivî û wiha got: "Ji 50 rojî ve dewleta Tirk a dagirker nuqteyên HPG’ê yên li Avaşîn, Metîna û Zapê bi çekên giran, pêşketî û balafirên şer armanc dike, lê gerîla li hember wan êrişan bi vîn û israr li ber xwe didin."

Şêxo wiha domand: "Em şêniyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê piştevaniya berxwedana qehrematî û dîrokî ya li hember dagirkeriya Tirk dikin û heta têkbirina dagirkeriya faşîstê li Kurdistanê, Bakur û Rojhilatê Sûriyê dê piştevaniya vê berxwedanê bikin."

Şêxo destnîşan kir ku beşdariya PDK’ê li gel dewleta Tirk a dagirker di şerê li dijî HPG’ê de nakeve xizmeta doza Kurd û wiha pê de çû: "Divê PDK’ê ji piştgiriya xwe ji dewleta Tirk re vekişe. Ji ber ev berxwedan bidawîkirina dewleta Tirk a dagirker e."

Li aliyekî din jî endama Kongreya Star Heyfa Mistefa êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmên Başûrê Kurdistanê yên Zap, Avaşîn û Metînayê şermezar kirin û got armanca van êrişan têkbirina deskeftiyên gelê Kurd û têkbirina HPG’ê ye.

Heyfa Mistefa bang li PDK’ê kir ku dev ji siyasetên xwe yên rewakirina êrişên dagirkeriyê berde û baweriyê bi dijminê Kurd neke.

Meş bi diruşmên silavkirina berxwedana gerîla û şermezarkirina îxanetê bi dawî bû.

(fr)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/xiFzJ5yoMRk" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>