​​​​​​​Di lûtkeya G7 de: Biden soz da ku bi Pûtîn re bicive

Serokên dewletên G7, lûtkeya ku îro li Brîtanyayê li dar xistibûn bi dawî kir, tê de li ser sekna li hember serweriyên Çîn û Rûsyayê, belavkirina milyarek derziyên li dijî vîrusa Koronayê û lezbûna sekna li hember guhartina avhewayê li hev kirin.

​​​​​​​Di lûtkeya G7 de: Biden soz da ku bi Pûtîn re bicive
13 hezîran, 2021   19:18
NAVENDA NÛÇEYAN

Di encamnameya lûtkeyê de hat gotin ku dewleta G7 dê di sala bê de milyarek derziyên li dijî vîrusa Koronayê belav bikin, dê bi beşa taybet, G7 û dewletên dîtir re ji bo piştevaniya zêde di çend mehên bê de bixebitin.

Serowezîrê Brîtanyayê Boris Johnson û serokê Meclisa Ewropayê Charles Michel diyar kir ku ew li ser dabînkirina derziyên vîrusa Koronayê dixebitin.

Serokên dewletên G7 soz da ku dê li hember guhartina avhewayê bisekinin, Co2 bi hatina 2030 re kêm bikin û alîkariyên madî ji dewletên xizan re pêşkêş bikin.

Têkildarî aliyê siyasî, serokê Amerîkayê Jeo Biden piştî bidawîbûna lûtkeyê di civîneke çapemeniyê de got, welatê wî bi rêya lûtkeya G7 vegerî dîplomasiya navnetweyî.

Biden destnîşan kir ku parastina NATO’yê erkeke pîroz e û hêzên demokrat bi wê destpotiyê re hevrik in.

Biden, Pûtîn bi neîtîrafkirina bi mîsaqên navneteweyî tawanbar kir û wiha got, ew ê pê re zelal be. Her wiha bang li Çînê kir ku têkildarî pandemiya vîrusa Koronayê zelal be.

Biden eşkere kir ku ew şerê bi Rûsyayê re naxwaze û dixwaze dozên bigirêk çareser bike.

Biden da zanîn ku ew têkildarî têkiliyên di navbera DYA’yê û Rûsyayê de ku "nuqteyeke nebaş e"bi Pûtîn re li hev dike.

(fr)