Şêniyên Efrînê êriş û sûcên dewleta Tirk şermezar kir

Bi sedan şêniyên herêma Efrînê ji bo şermezarkirina êrişên dewleta Tirk II ser Başûrê Kurdistanê û topbarana li ser kantona Şehbayê, meşek lidar xistin.

Şêniyên Efrînê êriş û sûcên dewleta Tirk şermezar kir
12 hezîran, 2021   11:18
ŞEHBA

Bi dirûşmeya "Bi biratiya gelan em ê dagirkeriya Tirk bibin û teror û fitneyê tune bikin" bi sedan ji koçberên Efrînê û şêniyên kantona Şehbayê ji Kurd, Ereb û Tirkmen li navçeya Fafînê kom bûn û ji bo şermezarkirina êrişên artêşa Tirk a dagirker û sûcên ku pêk tîne meşek lidar xist.

Di meşê de ala Yekitiya Jinên Ciwan, meclisa kantona Şehbayê, wêneyên şehîdên Bexwedana Serdemê û pankartên "Êrişa dewleta Tirk li ser Wargeha Mexmûr sûcê şer e" û "Na ji dagirkeriyê re" hatin hildan.

Di xwepêşandanê de dirûşmeyên silavkirina berxwedana gerîla, berxwedana şêniyên Efrîn û Şehbayê, şermezarkirina dewleta Tirk û bêdengiya navneteweyî hatin berzkirin.

Xwepêşandan li goristana şehîdên komkujiya Til Rifet a li navçeya Fafînê veguherî mitîngê. Di mitîngê de Hevserokê Meclisa kantona Şehbayê Cûma Kalo wiha axivî: "Em sûcên ku artêşa Tirk a dagirker li dijî şêniyên Efrînê pêk tîne, şermezar dikin. Armanc ji êrişên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê ku pirsgirêkên xwe yên hundirîn derxîne derve."

Cûma Kalo wiha domand: "Dewleta Tirk dixwaze berxwedana şêniyên Efrîn û Şehbayê bi rêya topbarana rojane li ser herêmên ku sivîl di wan de dijî û pêkanîna komkujiyan, têk bibe. Herî dawîn jî şehadeta zaroka bi navê Zeynet Îbrahîm ku 15 sal nekiribû."

 (bx)

ANHA