​​​​​​​ Kongreya Meclisa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi dawî bû

​​​​​​​1`emîn Kongreya Meclisa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi hilbijartina koordînasyona meclisê, girtina biryaran û xwendina encamnameya kongreyê bi dawî bû.

​​​​​​​ Kongreya Meclisa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi dawî bû
​​​​​​​ Kongreya Meclisa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi dawî bû
​​​​​​​ Kongreya Meclisa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi dawî bû
11 hezîran, 2021   15:32
QAMIŞLO

Bi dirûşma “Şoreşa Jinê Misogeriya Civaka Demokratîk û Azad e” 1`emîn Kongreya Meclisa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê vê sibehê li Hola Zanîngeha Rojava ya bajarê Qamişlo dest pê kir. 200 delegeyên endamên Meclisa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê beşdarî kongreyê bûn.

Piştî axaftinan, rapora du salan a kar û xebatê Meclisa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê hate xwendin. Her wiha li ser rêzikname hate nîqaşkirin. Her wiha pirensipên têkildarî qanûnên jinê hatin nîqaşkirin û nirxandin.

Paşê 21 kes ji bo Koordînayona Meclîsa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hate hilbijartin, di nav de 7 endamên partiyên siyasî ne.

Kongre bi girtina biryaran bi dawî bû.

-Konferansek ji bo nîqaşkirina rewşa jinên li heremên dagirkirî were lidarxistin.

-Komxebat ji bo pêşxistina jinan di aliyê siyasî de werin birêxistinkirin.

-Di aliyê aborî de piştevahî bi jinan re were dayîn û komxebat di vî warî de werin lidarxistin.

-Ji bo rêgirtina li ber şerê taybe,t jin û civak werin perwerdekirin.

-Ji bo xurtkirina têkiliyan bi rêxistin û tevgerîn jinan ên li Sûriyê, herêmê û cîhanê re xebat were kirin.

Di dawiyê de endama Meclisa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Sîham Emoka encamnameya kongreyê xwend.

Di encamnameyê de hat gotin: "

Yekemîn Kongreya Meclisa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê

di dîroka 11'ê Hezîrana 2021'an de bi dirûşma “Şoreşa Jinê Misogeriya Civaka Demokratîk û Azad e” hate lidarxistin. Endam û nûnerên rêxistinên jinan û partiyên siyasî, rêxistinên civaka sivîl  ên têkildarî jinan, nûnerên meclisên jinan, Kongreya Star, YPJ, nûnerên ji pêkhateyên cuda, Koordînasyona Jinan a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê beşdarî kongreyê bûn.

Her wiha mêvan ji alî û saziyên cûda yên Rêveberiya Xweser, Desteya Malbatên Şehîdan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Saziya Gaziyên şer beşdarî kongreyê bûn.

Kongrê bi axaftina bi xêrhatina beşdaran dest pê kir. Piştre deqeyeke rêz hate girtin. Axaftina destpêkê ji aliyê endama Koordînasyona Meclisa Jinan Asya Ebdullah ve hate kirin, piştre beşdaran jî axaftin kirin.

Di axaftinan de bal hate kişandin ser rola Meclisa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê di vê pêvajoya hestiyar de, hate gotin ku meclis minbera hevbeş a hemû jinan e ku ala azadiyê rakirin û bûne semola şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê. Her wiha bal hate kişandin ser serkeftinên ku jinan di hemû qadan de bi dest xistin. Hate diyarkirin ku jin li pêşberî berpirsyariyên mezin in ku van destkeftiyan biparêzin û rola jinan di prosesa aştiyê de xurt bikin  da ku bibin hêmaneke aktîv di navendên biryardayînê de.

Di rûniştina duyemîn de, rapora du salan a xebatên meclisê hate xwendin, rewşa siyasî û rêxistinî hatin nirxandin, her wiha pirensipên têkildarî qanûnên jinê hatin nîqaşkirin û nirxandin."

ANHA