​​​​​​​Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 54 kesên din bi vîrusa Koronayê ketin

Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ragihand ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 5 kesên din ji ber vîrusa Koronayê jiyana xwe dest daye.

​​​​​​​Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 54 kesên din bi vîrusa Koronayê ketin
11 hezîran, 2021   17:13
NAVENDA NÛÇEYAN

Hevserokê Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Dr .Ciwan Mistefa diyar kir ku kesên ji ber COVID-19 jiyana xwe ji dest daye 2 mêr û 2 jinên ji Tebqayê û mêrek ji Dêrazorê ye.

Mistefa da zanîn ku li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê 54 kesên din bi vîrusa Koronayê ketine ku ew jî 28 mêr û 26 jin in û ji van herêman in:

Hesekê; 11

Qamişlo; 8

Dêrikê; 10

Reqa; 18

Tebqa;  4

Kampa Holê; 3

Dr .Ciwan Mistefa destnîşan kir ku heta niha tu kesên din baş nebûne.

Li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hejmara pêketeyên vîrusa Koronayê gihaştiye 18 hezar û 247 kesan jê 749 kesan jiyana xwe ji dest daye û hezar û 841 jî baş bûne.

(eh)

ANHA