Sebzeyên malan; lêçûneke kêm, kalîteyeke baş

Şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi armanca bidestxistina sebzeyên baş û nû, li malên xwe sebze diçînin.

Sebzeyên malan; lêçûneke kêm, kalîteyeke baş
11 hezîran, 2021   10:18
QAMIŞLO-RÊNAS REMO

Herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji gelek aliyan ve dorbêçkirî ye. Hemû dergehên sînor ên bi dewleta Tirk a dagirker re ji dema têkbirina çeteyên DAIŞ`ê li bajarê Kobanê ku di destpêka 2015`an de bû, hatin girtin. Di heman demê de PDK`ê destwerdana dergeha Fîş Xabûr a di navbera herêmên Cizîr û Başûrê Kurdistanê de kir û di dawiya 2019`an de jî bi vetoya Rûsyayç dergeha Til Koçerê hate girtin.

Ji aliyê hundirîn ve jî hikumeta Şamê tevahiya dergehên di navbera herêmên xwe û herêmên Rêveberiya Xweser de girtin û hewl da rewşa aborî ya herêmê têk bibe.

Lê şêniyên Bakur û Rohilatê Sûriyê guh neda vê siyaseta birçîkirin û ambargoyan, ji ber wê yekê gelekan ji bo debara xwe bikin û pêwîstiya wan bi derve nemîne, di malên xwe de dest bi çandina sebzeyan kir.

Bi armanca sînordarkirina bandorên ambargoya li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Rêveberiya Xweser gelek kargeh û avahî ava kirin da ku madeyên sereke ji welatiyên re peyda bike. Ji girîngtirîn projeyên biçûk ku xwedî sûdmendiyeke baş in, sebzeyên havînê û yên zivistanê ne ku malbat pê debara xwe dikin.

Welatiyê bi navê Cûma Salih Osê yê ji gundê Girdaholê yê navçeya Tirbespiyê ku rûberek ji erdan ji bo çandina sebzeyan veqetandiye, diyar kir ku wî sebze ji bo dabînkirina pêwîstiyên malê çandine.

Cûma Salih Osê di seranserî salê de sebzeyan diçîne, di demsala zivistanê de bexdenûs, xes, pîvazên şîn û pelên silkê diçîne, di payîzê de jî pîvazên hişk û sîran diçîne, her wiha di havînê de jî xiyar, dolmik (kûse), bacanên sor, îsot û hwd diçîne.

Gelek malbatên li navçeyê û bajêr li malên xwe sebzeyan diçînin, ji wan yek jî Şahîn Qasim Serhan ê ji Qamişloyê ye.

Serhan da zanîn ku cudahiyeke mezin di navbera sebzeyên malê û yên li bazaran de heye, yên malê paqijtir in û kalîteya wan baştir e. Serhan bang li welatiyan kir ku li malên xwe sebzeyan biçînin û piştrast kir ku lêçûna sebzeyan kêm e.

(eh)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/7Be4khjg8c4" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>