Xiyanet ne qeder e

Xiyanet ne qeder e
11 hezîran, 2021   04:08
NAVENDA NÛÇEYAN

HALÎT ERMÎŞ

PDK’ê dest bi destê dewleta Tirk, ji bo kûrkirina dagirkerî û qirkirinê li Kurdistanê, dixebite. Heta gaveke din jî bi pêş ve dibe û ji bo pereyan axa Kurdistanê difiroşe. Ew merhaleyeke nû ya dîroka xayintiyê ye. Lê belê vê carê çend gavên din pê de diçe, derî li ber dagirkirina mayînde vedike û bi xwe ji bo vê yekê rê vedike.

Herî dawî jî komploya li Metînayê hevkariya dewleta Tirk a bi PDK'ê re di êrişên dagirkerî û qirkirinê yên li Başûrê Kurdistanê de raber dike û nîşan dide bê ka xiyanet bi xwe çawa bûye çalek.

A rast, çawa ku dagirkerî û qirkirina dewleta Tirk gav bi gav li Kurdistanê belav dibe, ew jî bi xwe re dîsa pirseke dualî tîne. Heke em bipirsin gelo bi rastî jî hikumeta Tirk PDK neçarî xiyanetê kiriye yan jî PDK dewleta Tirk bi kar tîne, em dikarin bibêjin ku PDK ji bo ku hebûna xwe ya malbatî bidomîne dewleta Tirk bi kar tîne, balafirên artêşa Tirk, helîkopter, leşker, hemû hêz û teknîkên şer, di şexsê PKK’ê de ji bo tesfiyekirina destkeftiyên Kurdan ên sed salên dawîn bi kar tîne. PDK siyaseta kişandina dagirkeriya dewleta Tirk ber bi Başûrê Kurdistanê ve dimeşîne. Anku ne tenê dewleta Tirk PDK'ê ber bi xiyanetê ve dibe, PDK jî dewleta Tirk dikişîne ser xaka Başûr.

Dijminatiya taybet a dewleta Tirk a li dijî Kurdan baş tê zanîn. Di pratîka xwe ya li dijî tevgerên azadiyê yên sedsala 20’an ên Kurdan de, ev yek baş nîşan daye. Ev yek bê nîqaş e û belgeyên xwe jî hene. Lê belê ji ber ku PDK'ê jê re gotiye kerem bike; li Başûr erd kiriye û dike milkê xwe û sûcên qirkirina xwezayê li her cure sûcên xwe yên dermirovî zêde dike. Niha rastî li ber çavan e. PDK’ê di qirkirina Kurdan a bi destê dewleta Tirk de rola xwe lîst. A rast, wisa bûye ku dixwaze jê re bibêje ‘tiştên ku we kirine têrê nake, vê bike, vê jî bike’ û hewl dide bi rijandina xwîna Kurdan ji xwe re qadekê çêke.

Ji bo rayedarên PDK'ê û dezgehên çapemeniyê yên PDK'ê tiştek nîn e ku bê gotin ku di dijminahiya li dijî PKK’ê de ji AKP’ê û medyaya wê jî derbas kirine. Ji ber ku her çend PDK'ê hewl da vê yekê berovajî bike jî, di têkoşîna xwe ya 40 salan de PKK’ê nûnertiya birûmet a kurdayetî û mirovahiyê milyon caran îspat kiriye. Ji ber vê yekê, tevî ku bi dezerformasyon û propagandaya reş hewl tê dayîn ku qebûlkirina civakî ya ji bo PKK’ê tesfiye bikin jî, xuya ye ku kes li pey vê yekê naçe.

PDK bi jehrîbûna bi pere û desthilatdariyê re rû bi rû ye. Mesrûr Barzanî ku xeleka dawîn a temsiliyeta vê gemarê ye û hin hêmanên di nava PDK'ê de ji bo ku vê rewşê bidin qebûlkirin, çi ji dest tê, dikin. Diyar e ku vê qirêjiyê ew kirine dijminê PKK'ê û dijminahiya wan heta ji ya dewleta Tirk jî wêdetir diçe.

Bê guman di dîroka Kurdistanê de xiyanet çêbûne. Lê tu xiyanetekê ew qasî bi vî rengî hewl nedaye ku qirkirina Kurdan û dagirkirina Kurdistanê wekî ku PDK dike, meşrû bike.

Lê ka ev qirêjî û xiyanet qederek e û wê wekî yên berê teqez encam bigire?

Helbet ne qederek e ku Kurd di her qonaxeke dîrokê de rastî xiyanetê tên, tenê encama bêbaweriyê ye ku dijminan di nava Kurdan de afirandiye û asîmîlasyon jî bi xwe re aniye. Ji ber vê yekê, ne qeder e ku îro di şexsê PDK'ê de ji nû ve vejiyaye.

Xala duyemîn a girîng jî ev e ku ev xiyanet me ber bi sedemekê ve ku di hemû qonaxên dîrokê de encam bigire, venagerîne. Lê belê ji bo ku ev yek careke din rû nede jî hin pêwîstî hene.

Di serî de di serhildanên Kurdan de sedema sereke ya têkçûnê ew e ku serhildan li her dera Kurdistanê belav nekirine û ji hev veqetiyane. Lê belê ev rewş bi têkoşîna PKK'ê re bi rêjeyeke zêde hatiye derbaskirin. Têkoşîna azadiya Kurdistanê bi serkêşiya PKK'ê li hemû Kurdistanê belav bû û ji hemû çînên civakê Kurdan di vê têkoşînê de cihê xwe girt. Xala duyemîn a girîng jî ew e ku çawa Kurdan ji dîrokê dersên girîng girtine, hêz û derfet ji her demê mezintir in û kurd bi dersên dîrokê dijminên xwe hîn baştir nas dikin û analîz dikin. Lê belê di vê xalê de xiyaneta ku PDK'ê geş kir, ji bo pêşîgirtina li van hemûyan rol lîstiye. Ew qas ku behsa hevkariyeke dawî ya Tirkiye-PDK'ê ya li dijî mezinbûn û belavbûna têkoşîna azadiyê ya Kurdan di şexsê PKK'ê de nayê kirin. Ev hevkarî xwedî dîrokekê ye ku ji roja yekem ve didome.

Di vir de tişta ku divê hemû rêxistinên din ên Kurdan, rewşenbîr, hunermend û bi tevahî civaka Kurd bike; li dijî xiyanet û dagirkerî, qirkirin û mêtingeriyê di eniya hevpar de bibin yek. Ji ber ku pirsgirêk ne PKK ye ku PDK hewl dide vê yekê bi her kesî bide qebûlkirin. Pirsgirêka rast ew e ku dixwaze hêvî û derfetên azadiyê yên Kurdan ku li her dera Kurdistanê di şexsê PKK’ê de belav bûne, ji nav bibe. Pirs ew e ku Kurd dê bikarin enîyeke hevpar a berxwedanê li dijî PDK'ê ku hevkariyê bi dagirkerî û mêtingeriya dewleta Tirk re dike, ava bikin? Ev tam jî pirsa ku divê her kes û rêxistineke Kurdan bêyî ku xwe egle bike, ji xwe bipirse û bi pratîkî bersiva wê bide.

Dîrok hem wek şexs hem jî ji bo pêşeroja birûmet a gelê me, wek fersendeke girîng berpirsyariya dîrokî li ser milê me hemûyan ferz dike. Heke em vê wezîfeya xwe bi cih bînin û têkoşîna li dijî van hêzên li dijî mirovahiyê bi hesta berpirsyariyeke dîrokî mezin bikin, dê ne tenê Kurd, tevahiya gelên herêmê bi ser bikevin. Di esasê xwe de niha dem dema rabûna ser pêyan ji bo azadiyê û mezinkirina têkoşînê ye.