Dayika gerîla: Em bi gerîlayên xwe re

Dayika gerîla Xaliya Eyûb di mîtînga li dijî xiyanet û dagirkeriyê de axivî û got: "Em bi gerîlayên çar perçeyên Kurdistanê re ne."

Dayika gerîla: Em bi gerîlayên xwe re
10 hezîran, 2021   16:05
QAMIŞLO

Îro bi deh hezaran şêniyên herêma Cizîrê ji her du kantonên wê Qamişlo û Cizîrê ji bo şermezarkirina êrişên dagirkirî û qirkirinê yên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Başûrê Kurdistanê, hevkariya PDK'ê ya bi dewleta Tirk re, her wiha ji bo piştevaniya berxwedana gerîla berî xwe dan Qamişlo da ku beşdarî meşa ku bi diruşma  "Li dijî dagirkerî û xiyanetê meşa rûmetê" hatiye lidarxistin, bibin.

Mîtînga "Li dijî dagirkerî û xiyanetê meşa rûmetê" li Stada Şehîdên 12'ê Adarê ya bajarê Qamişlo bi axaftinan didome.

Yek ji dayikên gerîla Xaliya Eyûb jî li dijî xiyaneta PDK'ê helwestên xwe diyar kir k û got: “Em bang li saziyên mafên mirovan dikin ku em ne hewcedarî tu kesî ne, em besî xwe ne. Ne ji gerîlayên li çiyayên Kurdistanê bûye, me nikarîbûn li vir biciviya. Lê çavên xwe ji vê rastiyê re digrin. Îro gelek plan li ser me tên meşandin. Faşîzm îro dixwazin me tine bikin. Em ê li dijî planan her li ber xwe bidin.  Gerîlayên me gelên bindest diparêzin. Lê mixabin li şûna ku milê xwe bidin gerîla, planan li ser wan didin meşandin. "

Dayika gerîla, Xaliya Eyûb banga li hemû dayikên Kurdistanê re kir ku bibin û got: "Em bibin yek, em ê bi ser kevin. Lê bi qedera kurdan bilîzin. Tu razî be, an ne razî be em Kurd in û em li pişta gerîla û rêberê xwe ne."

Xaliya Eyûb berxwedana gerîla, berxwedaniya Îmralî û berxwedana gelê Kurd silav kir.

Mîtîng bi axaftina endama Koordînasyona Kongra Star Asya Ebdullah didome.

ANHA 

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/yVSi5ZMF_PE" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>