Komîteya Çandê û Şûnwaran a Reqayê dest bi sererastkirina Dîwarê Bexdadê kir

Komîteya Çandê û Şûnwaran a Meclisa Sivîl a Reqayê dest bi merheleya yekê ya jinûve sererastkirina Dîwarê Deriyê Bexdadê ya şûnwarî ku li aliyê bakurê rojhilatê Reqayê, kir.

Komîteya Çandê û Şûnwaran a Reqayê dest bi sererastkirina Dîwarê Bexdadê kir
Komîteya Çandê û Şûnwaran a Reqayê dest bi sererastkirina Dîwarê Bexdadê kir
Komîteya Çandê û Şûnwaran a Reqayê dest bi sererastkirina Dîwarê Bexdadê kir
Komîteya Çandê û Şûnwaran a Reqayê dest bi sererastkirina Dîwarê Bexdadê kir
Komîteya Çandê û Şûnwaran a Reqayê dest bi sererastkirina Dîwarê Bexdadê kir
10 hezîran, 2021   15:26
REQA

Li Reqayê gelek cihên dîrokî, ji kelha, gir, dîwar û hwd hene, jê jî Dîwarê Bexdadê ku dîroka wê vedigere sala 772’yan a dema desthilatiya dewleta Ebasî, her wiha kelha Ceiber a li Tebqa, Qesra Benat û Deriyê Bexdadê hene.

Ji bo parastina şûnwaran, Komîteya Çandê û Şûnwaran a Reqayê jinûve dest bi sererastkirina cihên dîrokî yên li bajêr û gundewarên wê kir, jê jî projeya sererastkirina Dîwarê Deriyê Bexdadê ku dirêjahiya wê 5 kîlo metre ye.

Der barê xebata sererastkirinê de, endamê Nivîsgeha Çandê û Şûnwaran a Meclisa Sivîl a Reqayê Ebdulxefûr El-Xelef wiha got: "Em di sererastkirina tevahî cihên şûnwarî yên Reqayê de berdewam in, jê Dîwarê Bexdadê, Deriyê Bexdadê. Me dest bi gelek çêkirina gelek tiştan kiriye. Jê jî amadekirina 3 firnên qermîtî li gundê Hergele, da ku qermîtan çêkin."

Têkildarî merheleyên xebatê El-Xelef wiha domand: "Dê xebata li ser dîwar, dabeşî 3 merheleyan bibe. merheleya destpêkê ji Deriya Bexdadê heta têketina sînaa. Merheleya duyemîn heta şanoyê û merheleya dawî jî heta bi klînîkên giştî."

El-Xelef wiha gotina xwe berdewam kir: "Me di destpêkê de, dest bi jûnve sererastkirina Birxa 10’an a Deriyê Bexdadê ya li rex Dîwarê Bexdadê kir, piştre park sererast kir û tê de darên xemlê û daniştên textî çêkirin. Niha jî wek merheleya destpêkê em dîwar sererast dikin û tê payîn ku ev merhele heta 25 rojan bi dawî bibe."

El-Xelef wiha gotina xwe bi dawî kir: "Li gel Komîteya Çandê û Şûnwaran plana xebatê heye, li gel wê jî dê girîngiyê bidin çêkirina cihên dîrokî yên li Reqa û gundewarên wê. Da ku Reqa bibe herêmeke tûrîzmê ya giştî."

(fr)

ANHA