Pêkhateyên Minbicê: Armanca provokasyonan têkbirina biratiya gelan e

Pêkhateyên Minbicê dane zanîn ku armanca provoksyonan têkbirina biratiya gelan û projeya neteweya demokratîk e.

Pêkhateyên Minbicê: Armanca provokasyonan têkbirina biratiya gelan e
9 hezîran, 2021   06:08
MINBIC

Di nava çend rojên borî de li bajarê Minbicê hewldanên provokasyonê hate kirin. Hin aliyên hundirîn û derve xwepêşandanên hatin lidarxistin keysbaz kir da ku projeya neteweya demokratîk ku li ser esasê biratiya gelan û jiyana hevbeş a di navbera pêkhateyan de hatiye avakirin têk bibin û aramî û ewlehiya herêmê xeran bikin.

Têkildarî mijarê Lîna Ezemat ku ji pêkhateyên Çerkese wiha got: "Herêma Minbicê di nava aramî û ewlehiyê û projeya neteweya demokratîk de dijî ku gel xwe bi xwe di nava rêveberî, sazî, meclis û komînan de xwe bi rêxistin dikin û banga biratiya gelan, jiyana hevbeş di navbera hemû pêkhateyan de dike."

Lîna Ezemat destnîşan kir ku di nava çend rojên borî de li bajarê Minbicê provokasyon ji aliyê sîxur û ajandeyên derve de hate kirin, armanca wan ku projeye neteweya demokrtîk ku li ser esasê biratiya gelan têk bibe û wiha domand: "Em weke gelê Minbicê bi hemû pêkhateyên xwe de baş zanin ku ev bûyer plankirî bûn."

Her wiha welatiya bi navê Heyat Salim ku ji pêkhateyên Tirkmene ev tişt anî ziman: "Şêniyên Minbicê ji mêj ve hevgirtî ne. Tu cûdahî di navbera pêkhateyên ku têde dijîn de, tune ye. Lê beriya çend rojan hin destên veşartî xwestin provokasyon derxînin da ku aramî û ewlehiya herêmê xira bikin."

Heyat Salim di axaftina xwe de bang li rûspî û şêxên eşîreyan kir ku van provokasyon bidawî bikin û edalet û wekheviya di navbera pêkhateyan de biser bixin.

Girêdayî mijarê Salih El-Şêx Cinêd ê ji pêkhateya Ereb e wiha axivî: "Di bûyerên ku beriya çend rojan rûdan de, em ji destwerdanên derve matmayî man. Ji mêj ve pêkhateyên li herêmê di nava heskirinekê de dijî û ew ji provokasyon re hişyar in."

Şêx Cinêd wiha domand: "Armanca provokasyonên ku derketin ji her kesî re eşkere ye. Armanca wê ku civak û pêkhateyan parçe bike, lê bi zanebûna pêkhateyan armanca wan têk çû."

Umer Mehmûd jî ku ji pêkhateyên Kurd e ev tişt got: "Beriya van provokasyonan pêkhateyên herêmê weke yek pêkhateyî bi hev re dijiyan. Çirûska ku ji aliyê ajandeyên derve ve derket bi rêya toreyên tevna civakî eşkere bû. Ew jî ji aliyê rejîma Sûriyê û dewleta Tirk ve bû."

Mehmûd wiha domand: "Ev ajande dixwazin aramiya herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê têk bibin û ewlehiya wê xira bikin, provokasyonê di navbera Kurd û Ereban de derxînin, lê piştî rizgarkirina bajarê Minbicê çanda zanebûn derketiye holê."

Umer di axaftina xwe de behsa nimûneya ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyê heye ji biratiya gelan, jiyana hevbeş a di navbera pêkhateyan de kir.

Umer Mehmûd wiha dawî li axaftina xwe anî: "Em bang li hemû pêkhateyên Minbicê dikin ku li pey van provokasyonên ku armanca wan xirabkirina aramî û ewlehiya bajarê me ye, neçin."

(bx)

ANHA