Rojnameyên erebî: Endamên Kongreya Amerîkayê banga pêkanîna Qanûna Qeyser dikin

Rojnameyên erebî yên îro behsa rewşa Sûriyê, rewşa Yemenê û nerehetiya Îsraîlê ji desteka Qeterê ya ji Hemasê re kir.

Rojnameyên erebî: Endamên Kongreya Amerîkayê banga pêkanîna Qanûna Qeyser dikin
9 hezîran, 2021   07:55
NAVENDA NÛÇEYAN

‘ENDAMÊN KONGREYA AMERÎKAYÊ BANGA KIR KU QANÛNA QEYSER BI TUNDÎ PÊK BÊ’

Têkildarî rewşa Sûriyê rojnameya Şerq El-Ewset wiha nivîsî: "Dengê endamên Kongreya Amerîkayê bilind dibe da ku zêdetir dosyaya Sûriyê derxin ber çavan û bibe xebatên girîng ji bo rêveberiya Amerîkayê."

Rewş hêdî hêdî bi zêdekirina xebatên navneteweyî ji bo vegerandina têkiliyên bi rejîma El-Esed re, tê guhartin. Endamên Kongreya Amerîkayê yên Partiya Demokratan tev lê endamên Partiya Komarparêz di nivîsandina peyamekê ji wezîrê karên derve yê Amerîkayê Anthony Blinken re bûn û di nameyê de bang lê kir ku li hember xebatên vegerandina têkiliyan bi El-Esed re, bi hişkayî bisekine. Di nameyê de, hate bibîrxistin ku çareseriya yekane li Sûriyê bi rêya pêkanîna biryara Meclisa Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî ya 2254`an e.

Di peyamê de hate gotin ku divê rêveberiya Amerîkayê Qanûna Qeyser hişktir bi kar bîne.”

`LI PÊŞIYA MILÎSAN DU HILBIJÊR HENE; AŞITÎ YAN TECRÎD`

Girêdayî rewşa Yemenê rojnameya El-Beyan wiha nivîsand: "Di demekê de ku raya giştî li benda encamên gera nûner û navbeynkarên bi komên El-Hûsî re der barê plana aştiyê ya navneteweyî ye, diyar e civaka navneteweyî ber bi vebijêrkên din ve diçe, heke komên El-Hûsî di têkbirina xebatên aştiyê de dewam bikin.”

‘ÎSRAÎL: QETERÊ DESTEK DA HEMASÊ’

Girêdayî destekayîna Qeterê ji tevgera Hemas re rojnameya El-Ereb wiha nivîsî: "Daxuyaniyên Îsraîlê yên têkildarî desteka diravî ya Qeterê ji Hemasê re cudabûneke siyasî û propaganda gihaşt astên herî bilind. Îsraîl gazinc ji Dewhayê der barê desteka diravî de ku Îsraîlê bi xwe dê bigihandayê, kir."

Serokê Mossadê yê berê Yossi Cohen got: "Îsraîl şaş bû dema xwe spart desteka diravî ya Qeterê ku dê agirbestê li Xezayê pêk bîne. Ev jî li gorî Qeterê ye ku destekê dide berxwedanê."

 (bx)