Banga tevlêbûna meşa 10’ê Hezîranê ya roja rûmet û berxwedanê hate kirin

Kongreya Star, PYD û Tevgera Ciwanên Şoreşger bang li şêniyên Rojava kir ku beşdarî ‘Meşa Rûmetê’ bibin û got ‘Meşa Rûmetê’ meşa berxwedan û têkoşînê ye.

Banga tevlêbûna meşa 10’ê Hezîranê ya roja rûmet û berxwedanê hate kirin
9 hezîran, 2021   08:42
QAMIŞLO

Li dijî êrişên dagirkirin û qirkirinê ku dewleta Tirk a dagirker li dijî Başûrê Kurdistanê pêk tîne, her wiha ji bo şermezarkirina hevakriya PDK'ê ya bi dewleta Tirk re û bêdengiya civaka navneteweyî ya li hemberî van êrişan, şêniyên herêma Cizîrê amadekariyên meşeke biheybet bi dirûşma "Meşa rûmetê li dijî dagirkerî û xiyanetê" dike. Meş dê 10'ê Hezîranê li Qamişloyê dest pê bike.

/kr/uploads/files/2021/06/09/084357_-.webp

Endama Koordînasyona Kongreya Star Welîda Botî bal kişand ser helwesta PDK'ê û got: "Li hemberî êrişên domdar ên dewleta Tirk ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê yên Başûrê Kurdistanê PDK bû temaşevan. Tevî bertekên gelê Kurd ên Başûrê Kurdistanê li hemberî bêdengiya PDK û êrişên dagirkeriya Tirk lê PDK'ê daxwaz û nêrîna gel di ber çavan re derbas nake."

Welîda Botî diyar kir ku PDK'ê têkildarî şehadeta 4 pêşmergeyan li herêma Metînayê îdiayên bê bingeh belav kir, lê  siyasetên wê yên hevkariya bi dewleta Tirk a dagirker re ya ku hêzên gerîla dike hedef eşkere dibin.

Welîda axaftina xwe wiha domand: "Hêzên pêşmerge hêzeke kurdistanî ye, ji bo parastina kurdan û xaka Kurdistanê hatiye avakirin, ne ji bo di bin ala partiyekê de tevbigire, lê tevgerên PDK'ê û hewldanên wê ku pêşmerge wekî çek ji bo Tirkiyê ya dijmin li şerê li dijî gerîla bi kar bîne, dê bibe sedema şerekî birakujiyê. Ev şer dê bandorê li tevahî Kurdistanê bike û dê hêzên kurdî lawaz û tune bike."

'SIYASETA PDK'Ê LI PÊŞIYA YEKITIYÊ BEND E'

Ji ber hevkariya PDK' ya bi dewleta Tirk re, Welîda Botî bang li  pêşmergeyan kir ku serî ji siyasetên PDK'ê re danexe û şerê birakujiyê yê kurdî red bike û wiha domand: "Siyaset û tevkariya PDK'ê ya bi dagirkeriya Tirk mîna bendekê li pêşiya avakirina yekitiya kurdî ye ku hêviya kurdan e, her wih îxanetê li doza kurdî, armancên wê  û destkftiyên kurdan li Başûr û Rojavayê Kurdistanê, dike."

Welîda Botî diyar kir ku xelekê Rojava bi rêya çalakiyên aştiyane û mertalên zindî yên li dijî êrişên li ser gelê Kurd berdewam in da ku hewlesta xwe diyar bikin û wiha got: "Meşa rûmetê ku tê payîn 10'ê Hezîranê li ser asta herêmê were lidarxistin encamên hêrsa kurdan a li hemberî siyasetên piştevaniyê bi dagirkeriya Tirk re ya ku hewl dide kurdan qir bike û şerê birakujiyê derxîne."

'DIVÊ JIN LI HEMBERÎ ŞERÊ BIRAKUJIYÊ BIBIN MERTAL'

Welîda Botî axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Divê şêniyên Rojava baş bizanibin ku roja 10'ê Hezîranê roja rûmetê ye, divê her kes beşdarî vê rojê bibe û helwesta xwe ya li dijî dagirkeriya Tirk, siyasetên PDK'ê ya tevkariya bi dagirkeriyê re nîşan bide ku dibe bibe sedema aloziyekê di navbera hêzên kurdî de. Bi taybet jinên Rojava divê beşdarî vê meşê bibin û li hember hewldanên derxistina şerê birakujiyê bibin mertal."

Girêdayî heman mijarê, Endamê Rêveber ê Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Sûriyê Hogir Elî diyar kir ku gelê Kurd li pêşberî merheleya hebûn û nebûnê ye û êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmên Başûrê Kurdistanê, ji ber nêzbûna bidawîbûna peymanên Lozan û Sykes-Picot de ye û wiha got: "Êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê bi erêkina dewletên mezin in ku di van êrişan de tevahî çekên giran tên bikaranîn."

Elî piştrast kir ku dewleta Tirk bi alîkariya PDK’ê li dijî gelê Kurd peymanên nû îmze dike û hêzên taybet ên qaşo "Pêşmergeyên Roj" perwerde dike da ku li dijî Tevgera Rizgariya Kurdistanê bi kar bîne, ji ber hêzên pêşmerge yên li Başûrê Kurdistanê êrişên li dijî gerîla qebûl nakin.

Elî da zanîn ku divê hikumeta Başûrê Kurdistanê û PDK’ê helwesteke tund li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker û siyasetên wê yên li Başûrê Kurdistanê nîşan bidin û piştevaniya hêzên gerîla bikin ku gelê Kurd ji siyasetên qirkirinê rizgar kir.

EV QONAX MÎNA TOLHILDANA JI SIYASETÊN DIJMIN E

/kr/uploads/files/2021/06/09/084415_-.webp

Têkildarî meşa mezin a şêniyên Herêma Cizîrê ya di 10’ê Hezîranê de, Hogir Elî wiha axivî: "Meşa rûmetê di vê merheleyê de careke din misoger dike ku hêzên gerîla li Herêmên Parastinê yên Medyayê bi ser ketin û gelê Kurd êdî siyasetên PDK’ê yên li dijî Kurd û Kurdistanê qebûl nake."

Elî bng li tevahî ciwan û şêniyên Herêma Cizîrê bi taybet ciwanên Kurd kir ku tev li meşa mezin bibin û wiha domand: "Ev qonax, qonaxa serketin, berxwedan û tolhildana ji siyasetên dijmin e."

PYD: HELWESTÊN XWE LI HEMBER ÊRIŞAN NÎŞAN BIDIN

/kr/uploads/files/2021/06/09/084446_-1.webp

Hevserokê PYD’ê yê Qamişlo Mesûd Dawûd diyar kir ku kî rewabûnê dide van êrişan ew di qirkirina gelê Kurd de şirîk e û wiha got: "Em ê sibê piştî meşeke mezin li dar bixin, meşa berxwedan û têkoşînê. Dê meş li Qamişlo li ser asta Herêma Cizîrê li dar bikeve. Ev meş wek bersivdana li hember tevahî planên li dijî gelê Kurd e."

Dawûd bang li gelê Kurd kir ku helwestên xwe ji êrişên li dijî Başûrê Kurdistanê re nîşan bibin û bikaranîna dewleta Tirk a pêşmergeyan di şerê li dijî gerîlayên Kurdistanê de bizanin û wiha gotina xwe berdewam kir: "Divê tevahî van sûcên ku dikevin xizmetî ajandeyên çi hêzê de bizane. Dema tu şerê birayê xwe dikî û qetil dikî, ew dikeve xizmeta ajandeyên kê, dema tu didizî, talan dikî û dişewitînî ew dikevin xizmeta kê."

Dawûd eşkere kir ku dewleta Tirk dixwaze bi rêya êrişên li dijî Başûrê Kurdistanê rastiyê berovajî bike û wiha pirsî: "Bi destê kê şervanên pêşmerge şehîd bûn. Planên dewleta Tirk hene û dixwaze gerîlayên HPG’ê bi şehîdxistana pêşmergeyan tawanbar bike, dixwaze ev şer berdewam bike û gelê Kurd li hember hev rake."

Dawûd bang li tevahî pêkhateyên herêma Cizîrê kir ku beşdarî meşa li dijî êrişên dewleta Tirk bibin û wiha li axaftina xwe zêde kir: "Da ku em ji cîhanê re îsbat bikin ku em dixwazin bi hev re bi aştî û ewle bijîn. Lê belê dewleta Tirk dixwaze vê aştî û ewlehiyê xirab bike û ev jî ji her kesî ve xuya ye. Divê her kes beşdarî meşê bibe. Divê li qadan bin da ku em têkoşîna xwe li hember van planan eşkere bikin."

Mesûd Dawûd bang li hikumeta Başûrê Kurdistanê kir ku li xwe vegere û bi aqilane tev bigere.

(bb)

ANHA