​​​​​​​Dewleta Tirk ji Kurdan çi dixwaze?

​​​​​​​Dewleta Tirk ji Kurdan çi dixwaze?
9 hezîran, 2021   06:59

Ezîz Koyluoglu

Dewleta Tirk ya dagirker ji 23'ê Nîsanê ve êrişên li dijî Metîna, Avaşîn û Zap berfireh kir. Ev êriş wek têgotin ne li ser sînorê bakur û Başûrê Kurdistan pêknayê, di kûriya Başûrê Kurdistanê pêktê. Xuya dibe ku armanca dewleta Tirk ya dagir ji aliyekî derb li gerîla bide ji aliyekî din jî xwe bi temamî di kûriya Başûrê Kurdistan bicih bike. Jixwe rayadarên dewleta Tirk jî vê venaşêrin. Lê mixabin rayadarên PDK’ê ji bo vê rastiyê veşêrin çi ji destê wan tê dikin.

Li beramberî wan êrişan hêzên gerîla berxwedaniyekî bêhempa nîşan didin. Li gora dewleta Tirk wê demek kurt wê herêmê dagir bikra û wê serkeftina xwe eşkere bikra. Lê ev nebû. Gerîlayê Kurdistan bi salan li dijî dagirkeriyê amadekariyan li herêmê dikir û ev amadekarî niha encamê baş bixwe re tîne.

ARMANCA DEWLETA TİRK ÇİYE?

Dewleta Tirk ji sala hatiye avakirin Kurdan ji bo xwe wek metirsiyek mezin dîtiye û hemû siyaseta xwe li ser vê dide meşandin. Heta roja me îro jî di vê siyasetê de guhertinek nîne. Li gel vê dewleta Tirk her dem siyasetek xapandinê meşandine û tê xuya kirin di vê siyaseta xwe de jî biserketî. Ev jî Kurdan bi Kurdan şer kirine. Ne tenê di dîroka siyaseta dewleta Tirk de, di dîroka Osmaniyan jî ev siyaset wek jinavbirina Kurdan hatiye bikaranîn û Kurdan di dema xwe ev siyaset baş nexwendine, yan jî hin aliyan nexwestiye vê bibîne. Ev jî Kurdan berbi tunebûnê birr û dibe.  

Diwarê leşkerî de jî, dewleta Tirk digava yekemînde dixwaze xwe dikûriya 60 km de ji Zaxo heta Qandîl xwe bicih bike. Ev jî tê wateya beşek ji axa herêma Kurdistan dagirkirin. Digava duyem de ger derfetên siyasî rê bidin beşek ji Musil û Kerkûk  jî dinav de xwe li hemû Başûrê Kurdistan bicih kirin. Ger ev leşkerî nebe jî diwarê îstîhrabatî vê bişêwazekî çalak pêkbîne. Divêr de dixwaze rolek mezin bide Tirkmena û ji bo vê jî ji niha ve amadekariyê xwe gihandiye heta asteyek. Di vê siyasetê de jî PDK’ê rêxweşkere.

Divê em gotinê rayadarên dewleta Tirk baş bixwînin. Li gora rayadarên Tirk wan “kêmaniya li bakurê Iraqê (Başûrê Kurdistan) kir, li bakurê Sûriyê nakin.” Li gora rayadarên dewleta Tirk li hebûna Başûrê Kurdistan di encama siyaseta şaş yan wan pêkhatiye, lê ev şaştiyê dubare nakin. Di referandûma serxwebûna herêma Başûrê Kurdistan ya 2017an' jî hate dîtin dewleta Tirk ne tenê li dijî aliyekiye, hemû Kurdan ji bo xwe metirsî dibîne û nahêle Kurd li cihekî bigihêjin destkeftiyên xwe.

Dewleta piştî demek kurt fam kir ku nikare li çiyayê Kurdistan ku gerîla amadekariyek baş kiriye, şer bike. Di çarçova amadekariyê gerîla de êdî teknîka wê encam nagre. Ku, dewleta Tirk di van 6 salên dawî de pişta xwe dabû teknîka şer û di erdê de hêza xwe ya şer wenda kiribû. Li dijî gerîla nikarbû şer bike û di şerê erdê de wendayiyê mezin dida, dide. Niha dewleta Tirk li rêyek digre ku wan wendahiyên kêm bike û hevkaran ji xwe re ava bike. Ji bo wê jî çeteyên Sûriyê bikartîne lê ev jî têra wan nake. Niha siyaseta şerê Kurd bi Kurd dane pêşiya xwe.

ROLA PDK’Ê, BİTENÊ BİMÎNE

Êdî xuya bû ku ger erdnîgarî baş bê amadekirin, çi teknîkê yên şer yên pêşkeştî hebin jî, encam nagrin. Gerîla niha vêya kir. Eşkere biye ku dewleta Tirk di şer de xetimiye û lê rêyên din digere. Ji wan rêya jî şerê Kurd bi Kurd e. Niha hemû hêza xwe daye ser vê û hevkarê PDK’e jî dibêje ez ji vê re amade me. Lê gelê Kurd ji şerek Kurd bi Kurd re neamadeye û bi hemû hêza xwe li dijî vî şerî derdikeve. Lê ev demek him dewleta Tirk him jî PDK’ê ji vê amadekarî dikin. Dewleta Tirk dibe ku ji PDK’ê re dibêje em gerîla derb bikin û PKK’ê lewaz bikin, em ê li Kurdistanê cih ji we re vebikin û ne tenê li Başûrê Kurdistan, li rojava û bakûrê Kurdistanê jî em ê we mixatab bigrim. Di heman demê ji bo PDK’ê li hemû  herêma federal ya Kurdistan bibandor bibe wê alîkariya wê bike. Yanî ev jî tê wateya jinavbirina YNK’ê. Ji xwe siyaseta xapandinê bi salaneye li ser kurdan dimeşe û di encam de Kurd wek gel dibin qurbaniyê ev siyaseta.

Armanca PDK’ê şerekî navxwe ye. Dewleta Tirk bi siyasetek zirav PDK’ê ji bo şerê PKK’ê bike paldide. Soza ji PDK’ê re dide. Xuya ye rayadarên PDK’ê liberamberî ev sozên dewleta Tirk ya dagirker û faşîst şerhoş bûne û bi ev serhoşiyê di demên dawî de ketine nava tevgerê û lîstikan. Xuya ye di vê demê de wê bizanebûn û plan wê gelek pêşmerga bidin şehîd kirin û wê PKK’ê tewambar bikin. Ji bo armancê dewleta Tirk ya dagirker û PDK’ê çend zarokên Kurd hatin kuştin ne girînge. Berovacî her du hêz jî, PDK û Dewleta Tirk ji kuştina Kurd bi destê Kurd sûdmend dibin.   

GERÎLA LÊDİDE Û DEWLETA TİRK DERB DİXWE

Gerîla di kûrahiya çiyayê Kurdistanê xwe bicih kiriye û çiyayê jî wek xwe nehiştiye her yek kiriye wek sengerek.  Ji aliyekî din ve hemû cûreyên şêwazên şer dinavahevde bikartîne û bi taybet lêdanên dihewade derûniya leşkerên dewleta Tirk ya dagirker xerab kiriye. Ev şêwazê leşkerî netenê li Başûrê Kurdistan li bakurê Kurdistan jî bikaranî gelekî serkeftîbû. Gerîla cihê leşkerên dewleta Tirk bicih bûne derneketiye, berovacî vê dinavan da derban lêwan dide. Li hinek cihan ku wek Zendûra dinavbera gerîla û leşkerên dewleta Tirk ya dagirker de bi metran dûrî hevin. Gerîla bi amadekariyên xwe yên jêrerd dikare bisalan li vê herêmê şerek dijwar bide meşandin û dide meşandin. Ev jî dewleta Tirk matmayî hiştiye. Ji bo wê dewleta Tirk ya dagirker serî li rêbazên qirêj dide û çekên kîmyewî bikartîne.  

DİVÊ GEL GERÎLA BİTENÊ NEHÊLE

Dirastî de gelê kurd li her derê bi gerîlla re ye. Dilê wan bi têkoşîna gerîla lêdide. Serkeftina gerîla ya xwe dibînin. Lê ev têrê nake îro. Divê gelê Kurd û hêzên demokrtatîk di her warî de li gel gerîla bin û beşdarî têkoşînê bibin. Bi taybet gelê Kurd li Başûrê Kurdistan divê rêgirbûna PDK’ê ji holê rakin û li ser hemû baregehên dewleta Tirk bigrin. Ev ji bo yekîtiya Kurd jî bibe gavek mezin. Gavek wiha wê ji bo gelê bakurê Kurdistan jî bibe alîkariyek mezin.