ROJEVA NAVENDA NÛÇEYNA A 03-06-2021'AN

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYNA A 03-06-2021'AN
2 hezîran, 2021   23:00

Meclisa navçeya Tirbespiyê civînekê ji şêniyan re li ser pêşdeçûnên siyasî û ximzetguzariyê li hola Nadî El-Siyahî li dar dixe. Saet di 10:00’an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

KURDISTAN

- Kesayetên welatparêz ên li bajarê Qamişlo piştgiriya xwe ji berxwedana girtîgehan re nîşan da û piştrast kir ku armanca girtiyên siyasî ji têkoşîna ku di girtîgehên dewleta Tirk de dimeşînin, di gel Rêveberiya Xweser li Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk tê. (BI WÊNE Û DÎMEN)

JIN

- Jinên Hesekê û Tirbespiyê diyar kir ku armanca dewleta Tirk ji êrişên li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê, têkbirina berxwedana gel, şervan û îradeya jinan e. (BI WÊNE Û DÎMEN)

POLÎTÎKA

- Endamê Meclisa Giştî ya PYD'ê şaxê Helebê, destnîşan kir ku fikir û felsefeya rêber Ocalan mifteya çareserkirina kirîzên Rojhilata Navîn in, her wiha armanca tecrîda li ser wî pêşîgirtina li belavbûna fikir û felsefeya demokratîk a li dijî pergala kapîtalîst e. (BI WÊNE Û DÎMEN)

ANALÎZ

-“Eger hûn dixwazin gelekî tune bikin, ji dîrok û xwezaya wî dest pê bikin. Jîngeha wan teng bikin û wan mecbûrî xwe bikin." Mebesta vê gotinê di tevahiya dîrokê de ji aliyê dagirkeran ve hate pêkanîn.

Dewletên dagirker bi vê dirûşmê dîrok û xwezaya gelan a bi hezaran salan qir kirin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

CIWAN

- Endam û rêveberên Tevgera Ciwanên Şoreşger a kantona Şehbayê piştrast kir ku hin alî rewşa heyî li herêmê û rewşa koçberiyê keysbaz dikin û dixwazin civakê ji wateya hebûnê derxin û şerê taybet bi kar tînin, her wiha gotin bi rêya perwerde û rêxistinkirinê dê her kes karibe li hember siyasetên li dijî îrade û berxwedana wan a şoreşgerî bisekinin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

-Yekitiya Werzîşê ya Herêma Cizîrê bi boneya Roja Cîhanê ya Motorsikêlan çalakiyekê li yarîgeha Klasîko ya Qamişlo li dar dixe, saet di 18:00’an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

CIVAK Û JIYAN

- Li herêmê gundê Xezna ji gundên navçeya Tirbespiyê yê herî kevnar e. Di dirêjiya dîroka xwe de bûye şahidê jiyana hevbeş a di navbera Kurd, Suryan û Cihûyan de. Navê xwe ji xezîneyên veşartî yên di girên wê yên dîrokî de girtiye ku şaxên ewlehiyê yên hikumeta Şamê hemû talan kirin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Ji bo bersivdana xwestekên şêniyan ên dabînkirina avê, bi taybet piştî qutkirina ava Firatê ji hêla dewleta Tirk a dagirker ve, Desteya Xizmetguzarî û Şaredariyan dest bi projeya jinûve sererastkirina stasyona ava Baxozê kir. (BI WÊNE Û DÎMEN)

ANHA