​​​​​​​Xerîb Hiso: Berxwedan û serkeftin mafên me yên pêkanîn û berdewamê ne

Hevserokê TEV-DEM’ê Xerîb Hiso got berxwedana li çiyayên Kurdistanê bi xwe re gelek serkeftin ji gelên Rojhilata Navîn re anîn.

​​​​​​​Xerîb Hiso: Berxwedan û serkeftin mafên me yên pêkanîn û berdewamê ne
​​​​​​​Xerîb Hiso: Berxwedan û serkeftin mafên me yên pêkanîn û berdewamê ne
​​​​​​​Xerîb Hiso: Berxwedan û serkeftin mafên me yên pêkanîn û berdewamê ne
​​​​​​​Xerîb Hiso: Berxwedan û serkeftin mafên me yên pêkanîn û berdewamê ne
​​​​​​​Xerîb Hiso: Berxwedan û serkeftin mafên me yên pêkanîn û berdewamê ne
​​​​​​​Xerîb Hiso: Berxwedan û serkeftin mafên me yên pêkanîn û berdewamê ne
2 hezîran, 2021   20:25
HELEB

Artêşa Tirk a dagirker ji 23’yê Nîsanê ve êrişên qirkirin û dagirkirinê li dijî herêmên Avaşîn, Zap û Metîna yên Herêmên Parastinê yên Medyayê yên Başûrê Kurdistanê pêk tîne.

Îro bi sedan şêniyên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê bi meşekê êrişên dewleta Tirk a dagirker şermezar kirin û piştgiriya xwe ji berxwedana gerîla re nîşan da.

Şênî li pê hola civînan a beşa rojavayê taxa Şêxmeqsûdê kom bûn, wêneyên rêber Ocalan, alên Kongreya Star û Meclisa Malbatên Şehîdan hilgirtin û li tevahî kolana taxê gerîn û ber bi beşa rojhilatê taxa Şêxmeqsûdê ve çûn û li Qada El-Sebi ya Şehîdan kom bûn.

Piştî deqeyeke rêzigirtinêû Hevserokê Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Xerîb Hiso axivî û berxwedana gerîla silav kir û got: "Gerîla xak û rûmetê diparêzin û berxwedana wan efsanewî wê ye."

Hiso wiha domand: "Hêzên gerîla li hember siyaset û komployên herî qirêj li ber xwe didin, her wiha li hember hewldanên dewleta Tirk û ajanên wê yên dagirkirina herêmê disekinin."

Têkildarî xebata xweparastinê û parastina rûmetê Hiso wiha pê de çû: "Ji mafên me ye ku em parastinê bikin û piştgiriyê bidin hêzên gerîla, ji ber ku ew yekane kesên terorê û dagirkeriyê têk dibin û li dijî hişmendiya şofînîst a nijatperestiya Osmanî tê dikoşin."

Hiso bal kişand ser serkeftinên gerîla yên li herêmên Zap, Metîna û Avaşîn û ev nirxandin kir: "Ev serkeftina tevahî herêma Rojhilata Navîn e. Ji lew re divê em hemû hêza xwe ji bo piştgiriya gerîla bidin."

Xerîb Hiso di dawiya gotina xwe de got divê berxwedan berdewam be, da ku parastina şaristanî û dîroka herêmê ji hilweşîn û qirkirinê bikin.

Li aliyekî din jî Heveroka Meclisa Malbatên Şehîdan a Helebê Roşîn Mûsa axivî û wiha got: "Malbatên şehîdan piştgiriya berxwedana keç û xortên xwe dikin ku ew ê dagirkeriyê têk bibin."

Roşîn Mûsa di dawiyê de da zanîn ku serkeftin para gerîlayên azadiyê yên li çiyayê Kurdistanê ye.

(eh)

ANHA