Salihê Heydo: Divê gelê Kurd bi yekdengî li dijî dagirkeriyê rabe

Lêkolîner û nivîskar Salihê Heydo destnîşan kir ku dewleta Tirk a dagirker di şexsê PKK'ê de êrişî Kurdan dike û diyar kir ku "Gelê Kurd êdî ne gelê Kurd ê berê ye. Bi gerîla, siyaset û têkoşîna xwe re gelê Kurd li ser bingeha rewa li dijî qirkirinê li ber xwe dide."

Salihê Heydo: Divê gelê Kurd bi yekdengî li dijî dagirkeriyê rabe
28 gulan, 2021   01:47
NAVENDA NÛÇEYAN – ZANA DENÎZ

Hewldana dagirkirina Herêmên Parastinê yên Medyayê ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve, tevî bêdengiya hikumetên Iraq û Başûr dewam dike û dewleta Tirk êrişên xwe berfireh kirin û çeteyên li Sûriyê jî bi kar anîn. Dewleta Tirk a dagirker di demên dawîn de li herêmên Avaşîn û Metîna bi armanca valakirina gundan cihên sivîlan dike hedef.

Lêkolîner û nivîskar Salih Heydo êrişên dewleta Tirk a dagirker ji ANHA’yê re nirxandin.

'DEWLETA TIRK DIXWAZE JI FIRSENDAN SÛDÊ WERGIRE'

Heydo diyar kir ku tu mafê dewleta Tirk li ser xaka Rojhilata Navîn nîn e ku hewl dide dagir bike û got: "Gelên Kurd, Ermen û Ereb bi sedan salan li ser vê axê jiyane. Dewleta Tirk ji bo ku vê xakê desteser bike li dijî gelan qirkirin pêk anîm. Dewleta Tirk bi taybetî li cihên ku gelê Kurd lê dijî, ev komkujî pêk anîn. Tu gelên li Rojhilata Navîn hebûna dewleta Tirk ku berdewama Împaratoriya Osmanî ye, li ser axa xwe qebûl nakin. Dewleta Tirk ji faşîzmê têr dibe. Erdogan dizane ku ji ber temambûna peymana Lozanê di 100 saliya xwe de dê sînorên nû werin xêzkirin û êrişên xwe yên dagirker zêde kirine. Di serdema dawîn de gelan daxwaza mafê xwe ji dewletan kir. Beriya ku ev pêvajo dest pê bikin, Erdogan bi hemû derfetên xwe êriş dike da ku derfet û firsendan bi dest bixe."

Heydo got armanca dewleta Tirk ew e ku Mûsil û Kerkûkê dagir bike û wiha axivî: "Çavê dewleta Tirk ji roja destpêkê ve li ser Mûsil û Kerkûkê ye. Dewleta Tirk dixwaze Peymana Sykes-Picot a sala 1916’an û peymanên sala 1921’an li destpêkê vegerin. Dewleta Tirk bi vê armancê planên nû û hedefên dagirkeriyê amade dike. Xeyala dewleta Tirk a Mûsilê wê êdî bi pêş ve neçe. Mûsil û Kerkûk tu carî ne bûne Tirk. Ji wê demê ve gelê Kurd û gelên Ereb li van herêman bi rengekî hevpar dijiyan. Tu mafê dewleta Tirk li van herêman nîn e."

Heydo diyar kir ku tirsa herî mezin a serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan destkeftiyên gelê Kurd e û got: "Dewleta Tirk, ji bo ku gelê Kurd mafên xwe bi dest nexe, siyasetekê dide meşandin. Gelê Kurd li ku derê destkeftiyan bi dest bixe, dê dewleta Tirk bi paş bikeve.”

'DEWLETA TIRK DI ŞERAN DE ÇETE BI KAR ANÎN'

Salih Heydo îşaret pê kir ku dewleta Tirk li Herêmên Parastinê yên Medyayê çeteyan bi kar tîne û wiha dewam kir:  "Dewleta Tirk di şerê xwe yê herî pêş de li dijî gelên din bi taybet gelê Kurd, ev çete bi kar anîn. Dewleta Tirk ji bo ku hemû welatên cîhanê bê deng bike, van çeteyan dixe nav rêxistina xwe û li her derê şer pê dide kirin. Pere û çekan didin wan çeteyan. Dewleta Tirk van çeteyan bi taybetî ji bo guhertina demografiyê li cihên gelê Kurd lê dijî, bi kar tîne."

Salih Heydo berxwedana dîrokî ya gerîla ya li dijî dewleta Tirk a dagirker jî nirxand û got: "Gelê Kurd li her derê ji bo maf û azadiya xwe li ber xwe dide. Gelê Kurd bi sedan salan e li dijî polîtîkayên qirkirinê yên dewleta Tirk li ber xwe dide. Herêmên ku dewleta Tirk dixwaze dagir bike, xaka gelê Kurd e û gelê Kurd û zarokên wan li dijî dijminên xwe xaka xwe diparêzin. Berxwedana gerîla nîşan dide ku gelê Kurd çi qasî mafdar e. Gelê Kurd xwedî li vê axê derdiket. Gerîla ji bo parastina axa xwe berdêlan dide. Bi vê berxwedanê re dê gelê Kurd xwedî li berxwedana xwe derket û dê azad bibe. Ez bawer im ku têkoşîna gelê Kurd û biratiya gelan dê zêdetir diyar bibe. Gelê Kurd ji berê ve li dijî şovenîzmê ye. Gelê Kurd armancek ji bo jiyana wekhev bi hemû gelan re diyar kiriye."

'DEWLETA TIRK NE TENÊ ÊRIŞÎ PKK'Ê DIKE, ÊRIŞÎ GELÊ KURD DIKE'

Heydo daxuyaniyên rêveberên PKK û KCK'ê jî bi bîr xistin û got: "Dîroka dewleta Tirk bi qirkirinên li dijî gelan navdar e. Dewleta Tirk ne tenê êrişî PKK'ê dike, dixwaze li dijî tevahiya gelê Kurd qirkirinê bike. Dewleta Tirk dixwaze di vê pêvajoyê de êrişên xwe yên qirkirinê li dijî Ermen, Asûrî-Suryan û gelên din pêk bîne. Gelê Kurd êdî ne gelê Kurd ê bere ye. Hemû êrişên ku dixwaze li dijî gelê Kurd pêk bîne, dê li wî vegerin. Êdî gelê Kurd xwedî dozekê ye. Bi gerîla, siyaset û têkoşîna xwe re gelê Kurd li ser bingeha rewa li dijî qirkirinê li ber xwe dide. Êdî hemû cîhan hay ji hebûna gelê Kurd heye û doza wî diparêze."

Lêkolîner û nivîskar Salih heydo diyar kir ku dewleta Tirk di êrişa xwe ya li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê de jî cihwarên sivîlan kirin hedef û wiha dewam kir: "Dewleta Tirk di êrişên xwe de cudahiyê naxe navbera sivîl û gerîlayan. Tevahiya gelê Kurd dike hedef. Dewleta Tirk gelên din ên li herêmê bi zorê ji gundan derdixe. Dixwaze demografiya herêmê zû biguherîne. Bi bicihkirina çeteyên xwe yên li gundên dagir kirine, dixwaze dîrok û hebûna Kurdan ji holê rake. Li hemberî van hemû êrişan, rastî berxwedaneke mezin a gelê Kurd û gerîla hat ku dîroka gelên li herêmê parastin."

Heydo got tevgerên hikumeta Iraqê li hember êrişên dagirkeriyê nayê qebûlkirin û wiha pê de çû: "Hikumeta Iraqê dixwaze Kurdan qir bike. Vê yekê jî mîna dewleta Tirk ji bo berjewendiya xwe dixwaze. Beşek ji axa gelê Kurd koloniya hikumeta Iraqê ye û hikumeta Iraqê destûrê dide tunekirina hemû Kurdên li wî parçeyî, tunekirina destkeftiyên gelê Kurd."

'NÊZÎKATIYA HIKUMETA BAŞÛR NAYÊ QEBÛLKIRIN'

Heydo diyar kir ku nêzîkatiya hikumeta Başûrê Kurdistanê ya li dijî êrişên dagirkeriyê nayê qebûlkirin û got: "Divê gelê Kurd ji bo berjewendiya xwe bibe yek. Hin Kurd ji bo berjewendiyên xwe bi dijminên xwe re dostaniyê dikin. Divê ew Kurd di zûtirîn demê de ji vê rewşê derkevin. Dewleta Tirk ne dostê tu kesî ye, divê vê yekê baş fêm bikin. Bêdengiya hikumeta Başûrê Kurdistanê ya li pêşberî êrişeke dagirkeriyê, nayê qebûlkirin. Divê ji bo doza xwe li hemberî vê êrişa dagirkeriyê bê deng nemînin."

Li ser daxuyaniya Mesrûr Barzanî ku digot êriş li dijî PKK'ê pêk tên, Salihê Heydo wiha got: "Her êrişa li dijî PKK'ê li dijî gelê Kurd e. Dewleta Tirk armanc dike ku hemû gelê Kurd qir bike. Êrişî cîwarên sivîlan dike. Jinên Kurd, zarokên Kurd qir dike. Hemû mirovên ku mafên Kurdan ên ji bo Kurdistanê şer dikin, rastî êrişên dewleta Tirk tên. Divê tu kes vê rastiyê ji bîr neke. Li her derê ku gelê Kurd azadiya xwe xwest, rastî êrişên dewleta Tirk hat."

Di dawiyê de Heydo bang li gel û rêxistinên Kurd kir û got: "Divê gelê Kurd di zûtirîn demê de yekitiya xwe ya neteweyî misoger bike. Divê gelê Kurd bi yekdengî li ber dagirkeriyê rabe û dest bide hev û bibe yek."

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/MvmeFYc1H2k" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>