​​​​​​​Îbrahîm El-Qeftan: Rêveberiya Xweser alternatîfa serkeftî ya sîstemên navendî ye

Serokê Partiya Sûriya Pêşerojê Îbarîm El-Qeftan diyar kirk u Rêveberiya Xweser sîstemeke alternatîf a sîstemên nenavendî ye û got "Ji mezintirîn encamên sîstema nenavendî û neteweyî lawazbûna girêdana nîştimanî ya gelê Sûriyê ye ku dev ji xaka xwe berda û berê xwe da welatên Ewropayê."

​​​​​​​Îbrahîm El-Qeftan: Rêveberiya Xweser alternatîfa serkeftî ya sîstemên navendî ye
27 gulan, 2021   23:41
REQA - RUBA EL-ELÎ

Hikumeta Sûriye hilbijartinên serokatiyê li herêmên di bin serweriya xwe de li dar xistin. Ji vê yekê armanc dike parastina sîstema xwe ya desthilatdar û navendî bike. Çavdêran hilbijartin wek şano wesifand ku di demekê de li dar dikevin ku zêdetirî nîvê xaka Sûriyê ji bin serweriya wê derketiye.

Li beramberî wê jî li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêşketineke berbiçav di hemû aliyan de heye, ji wan jî jiyana hevbeş a di navbera pêkhateyên cuda de û hevgirtina wan ji bo biserxistina Rêveberiya Xweser ku hemû pêkhateyên herêmê tev li birêvebirina herêmê û parastina wê kirin.

Der barê projeya Rêveberiya Xweser de serokê Partiya Sûriya Pêşerojê Îbrahîm El-Qeftan ji ANHA`yê re axivî û got: "Ji destpêka sala 2013`an ve û heta 2016`an Rêveberiya Xweser bi ser ket. Piştî ku her 7 rêveberiyên xweser li herêmên cuda yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatin avakirin bû sîstema alternatîf a sîstemên navendî. Ji ber ku îradeya gelan pêk tîne û wekheviyê dixe navbera hemû pêkhateyan."

Îbrahîm El-Qeftan wiha domand: "Em nabêjin ku şaşî di Rêveberiya Xweser de tune ne lê wê xwe wek sîstemeke alternatîf li şûna sîstemên navendî, îsbat kir. Mînaka wê jî xwesteka gel a betalkirina biryara 119’an anî cih ku gel li hemberî wê aciz bû.”

El-Qeftan destnîşan kir ku ew wek Partiya Sûriya Pêşerojê tekeziyê li ser demokratiya sîstema bê ya Sûriyê û pirrengiya wê dikin ku divê nenavendî be û wiha pê de çû: "Siyaseta 50 salî ya sîstema navendî di 10 salên şer de li ber çavan e. Nakokî veguherî nakokiyeke navxweyî û gihaşt astekê ku pêkhate û ol hev du qebûl nekin."

El-Qeftan di berdewama axaftina xwe de ev tişt anî ziman: "Hemû rêveberiyên ku herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi rê ve dibin, çi Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD), çi Partiya Sûriya Pêşerojê û çi Rêveberiya Xweser be, hewl didin bibin deriyek da ku gelê Sûriyê hemû bi rêya wê bigihêjin dewleteke nîştimanî ya dûrî netewperestî, taifî û pergala navendîbûnê.”

Her wiha El-Qeftan di axaftina xwe de behsa rola gel ji bo biserxistina Rêveberiya Xweser û parastina destkeftiyan kir û wiha got: "Bêyî gel tu rewabûn ji çi destûr û pêşeroja li Sûriyê re tune ye. Heke destûrek were pêşkêşkirin dê ji gel re were pêşkêşkirin da ku bikeve referandumê. Rewabûna çi sîstemê ji gel bi hemû pêkhate û neteweyên wê tê girtin bêyî ku tu herêm were dûrxistin."

Serokê Partiya Sûriya Pêşerojê Îbrahîm El-Qeftan wiha pê de çû: "Rejîma Sûriye hilbijartinên xwe yên serokatiyê li gorî destûra sala 2012`an daniye, li dar xistin, dema ku alozî li welêt dest pê kiribû û çînên mezin ên gelê Sûriyê jê dûr xistin."

El-Qeftan bang li gelê Sûriyê kir û got: "Li welatên demokratîk gel kesên ku welêt bi rê ve bibe hildibjêre û ew jî bingeha avakirina dewleta bê ye."

El-Qeftan diyar kir ku di kongreya 2`yemîn a partiyê de dirûşma xurtkirina rola Rêveberiya Xweser, rastkirina şaşiyan nîşan da, mîna ku li xwepêşendanên li herêmê li dar ketine ji bo betalkirina biyara 119`an. El-Qeftan da xuyakirin ku divê diyardeyên neyînî dernekevin mîna wêrankirina milkên giştî û taybet û binesaizyê wekî ku di 10 salên dawîn de çêbûye.

El-Qeftan diyar kir ku ji mezintirîn encamên sîstema navendî û netewperestiyê lewazbûna girêdana nîştimanî ya gelê Sûriyê ye ku dev ji xaka xwe berda û berê xwe da dewletên Ewropayê.

Îbrahîm El-Qeftan wiha dawî li axaftina xwe anî: "Divê gelê Sûriyê baş zanibe ku em derketine ne ji bo kesan yan jî zihniyetan biguhêrin. Dema zihniyet tê guhertin wê demê tu pirsgirêk tune ye ku kî li ser hikum bimîne."

(bx)

ANHA