YPG’ê nasnameya şehîd Xemgîn Azadî ragihand

YPG’ê ragihand ku şervanê wan Xemgîn Azadî di 10’ê Gulanê de ji ber qezayeke di dema perwerdeyê de şehîd bûye û got “Em di şexsê hevrê Xemgîn de tevahî şehidanbi bîr tînin. Ji malbata şehîdê xwe û ji gelê xwe re sersaxiyê dixwazin.”

YPG’ê nasnameya şehîd Xemgîn Azadî ragihand
19 gulan, 2021   10:52
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya YPG’ê têkildarî şehîdbûna şervanê wan Xemgîn Azadî (Yunus Kaya) daxuyaniyek da û wiha da zanîn:

“Hevrêyê me Xemgîn Azadî roja 10’ê Gulanê, di encama qezayeke di dema perwerdeyê de gihaşt şehadetê.

Hevrê Xemgîn di demekê de ku têkoşîna azadî û demokrasiyê li Rojava û Bakurê Sûriye bi pêş diket û mezin dibû, tev li refên me bû. Hevrê Xemgîn kêlî bi kêlî bi rihekî fedayî tev li têkoşînê bû û erk û berpirsyariyên xwe bi coşeke mezin bi cih anîn. Baweriya xwe ya bi şoreşa azadiyê re, bi sekna xwe û têkoşîna xwe îspat kir û heta kêliya dawî jî ev sekna xwe parast.

Em di şexsê hevrê Xemgîn de tevahî şehidên azadî û demokrasiyê bi rêzdarî bi bîr tînin. Ji malbata şehîdê xwe û ji gelê xwe re sersaxiyê dixwazin.”

Nasnameya şehîd wiha ye:

/kr/uploads/files/2021/05/19/105314_image_2021_05_19t10_52_57_091z.webp

Nasnav: Xemgîn Azadî
Nav û Paşnav: Yunus Kaya
Navê Dayikê: Cehîde
Navê Bav: Seyfettin
Cîh û dîroka Şehadetê: Hesekê, 10 Gulan 2021