Rêveberiya Xweser nirxên genim û ceh û dema wergirtina berheman diyar kirin – NÛ BÛ

Rêveberiya Xweser kîloyê genim bi 1150 lîreyên Sûriyê û ya ceh bi 850 lîreyên Sûriyê diyar kir. Dê 26 navendên genim û ceh ji 20`ê Gulanê ve berheman wergirin.

Rêveberiya Xweser nirxên genim û ceh û dema wergirtina berheman diyar kirin – NÛ BÛ
19 gulan, 2021   10:38
 REQA

Îro Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xewser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi Desteya Aborî û Çandiyê, rêveberiya Şîrketa Pêşxistina Çandiniyê, nûnerên Yekitiyên Cotkaran ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê re civîneke berfireh li dar xist. Di civînê de rewşa çandiniyê hat nîqaşkirin û nirxên genim û ceh ên mewsima çandiniyê ya 2021`an hatin diyarkirin.

Hevserokê Desteya Aborî û Çandiniyê Selman Barûdo destnîşan kir ku di civînê de kîloya genim bi 1150 lîreyên Sûriyê û ya ceh jî bi 850 lîreyên Sûriyê hatiye diyarkirin.

Barûdo destnîşan kir ku piştî nîqaşkirin û lêkolînên ji rêveberiyên xweser û sivîl û komîteyên aborî û çandiniyê yên derbarê lêçûna her donimekê û nirxê guncaw, nirx hatine diyarkirin.

Barûdo got ku dê 26 navendên wergirtina genim û ceh ji 20`ê Gulanê ve berheman wergirin.

Barûdo diyar kir ku dê fatoreyên wan jî di 15 rojan de bên radestkirin.

(cx)

ANHA