Kesên nenas endamekî Meclisa Sivîl a Dêrazorê kuşt

Kesên nenas endamê Meclisa Zagonsaz a Meclisa Sivîl a Dêrazorê Mûeyed Reyaş kuşt.

Kesên nenas endamekî Meclisa Sivîl a Dêrazorê kuşt
19 gulan, 2021   11:30
DÊRAZOR

Nûçegihanê me ji Dêrazorê ragihand ku li bajarokê El-Cezra kesên nenas ên li motorsîklêtekê siwar bûbûn, gule li endamê Meclisa Zagonsaz a Meclisa Sivîl a Dêrazorê Mûeyed Reyaş reşandin û Reyaş jiyana xwe ji dest da.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn têkildarî bûyerê dest bi lêkolînê kir.

(cx)