Cûma Heyder: Kêmkirina ava çemê Firatê cureyeke şerê taybet e

Cîgirê Hevserokatiya Meclisa Qanûnsaz a Minbicê Cûma Heyder bal kişand ser qutkirina ava Firatê ji aliyê dewleta Tirk ve û bandorên wê û got, dewleta Tirk hewl dide bi vê yekê fişarê li gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê bike.

Cûma Heyder: Kêmkirina ava çemê Firatê cureyeke şerê taybet e
19 gulan, 2021   07:59
MINBIC

Çemê Firatê ji bo herêmê damara avê ye ku welatiyê Sûriyê debara xwe jê peyda dike. Ji ber kêmbûna wê zirarên mezin gihaştin zeviyên çandiniyê û kehrebe jî qut bû. Ev yek jî bi awayekî neyînî bandor li warê pîşesazî jî kir ku wê jî bandor li rêbazên peydakirina debara jiyanê ya şêniyên Sûriyê û herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir.

Têkildarî mijarê Cîgirê Hevserokatiya Meclisa Qanûnsaz a Minbicê Cûma Heyder ji ANHA`yê re axivî û girîngiya çemê Firat ji bo herêmê û bandora wê ya li ser aboriya Sûriyê kir.

Heyder diyar kir ku di vê dawiyê de dewleta Tirk şerê taybet li dijî herêmê dimeşîne, di wê çarçoveyê de para Sûriyê û Iraqê ya ava çemê Firatê kêm kir. Heyder bi bîr xist ku li gorî lihevkirina navneteweyî ya di navbera Tirkiyê, Iraq û Sûriyê de para Sûriyê ya ava çemê 500 metrekab di her saniyekê de ye lê dewleta Tirk ev par kêm kir û niha 200 metrekab di her saniyekê de derbas nake û di çend rojên dawîn de gihaştiye 185 metrekab di her saniyekê de.

Heyder wiha domand: “Ji ber wê kehrebe li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û beşên ji herêmên di bin kontrola hikumeta Şamê de qut bû. Ev yek jî bi awayekî neyînî bandor li jiyana welatiyan dike ji ber ku kehrebe di vê demê de damara jiyanê ye.“

Heyder teqez kir ku qutbûna kehrebeyê bi awayekî neyînî bandor li warê pîşesazî dike, ji ber ku kargeh li ser kehrebeyê dixebitin. Heyder da xuyakirin ku ji ber ku kehrebeya ku bendav derdixin, kêm bûye ev yek bi awayekî neyînî bandor li werşeyên pîşesaziyê û kargehên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kirk u bi hezaran kes debara xwe bi rêya wê peyda dikin.

Cûma Heyder destnîşan kir ku rûberên fireh ên zeviyan bi rêya ava çemê tên avdan. Dema çavkaniya avê kêm bibe, ew yek dê bandor li asta gulên ku wan zeviyan av didin, bike. Di encamê de rûberên mezin ên zeviyan nayên çandin û nayên îstîsmarkirin.

Heyder teqez kir ku dewleta Tirk hewl dide rê û rêbazên nû li dijî herêmê bi kar bîne da ku fişarê li wan bike.

Di dawiyê de cîgirê hevserokatiya Meclisa Qanûnsaz a Minbicê Cûma Heyder got: “Em bang li rêxistinên navneteweyî û desteyên mafên mirovan û dewletên garantor dikin ku zextê li Tirkiyê bikin da ku vê cureyê şerê taybet bi dawî bike û jiyaneke azad û serbixwe ji gelê herêmê re peyda bibe.”

(şx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/OcXggiBml1U" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>