100 ciwanên Rojava tevlî seferberiya bûn

Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan ragihand ku piştî mesa ciwanan a ku ji Qamişlo û heya Dêrikê bi mesafeya 100 Km. dest pê kiribû, bi dawî bû, 100 ciwan tevlî seferberiya giştî bûn.

100 ciwanên Rojava tevlî seferberiya bûn
19 gulan, 2021   07:55
NAVENDA NÛÇEYAN

Komalên Ciwan piştî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a dagirker li dijî Zap, Avaşîn û Metîna, seferberiya giştî ragihand. Li ser banga seferberiyê ya Tevgera Ciwanan, ji gelek qadan ciwan û jinên ciwan bi dirûşma “Bi Ciwanên Bûne Baz, Ber Bi Serkeftina Zagrosan ve” daketin qadan.

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, ji roja banga seferberiyê ve ciwan û jinên ciwan li qadan e. Di dawiyê de, meşa 3-rojan a ku ji Qamişlo ber bi Dêrîk ve dest pê kir duh bi dawî bû. Ciwan û jinên ciwan di meşa dirêj de biryar dan ku li kêleka gerîla şer bikin. Di meşa dirêj a ku bi daxuyaniyekê bi dawî bû de, 100 ciwanî ragihandin ku ew ê tevlî seferberiyê bibin û li kêleka gerîla şer bikin.

Daxuyaniya Ciwanan wiha ye:

Gel û Ciwanên welatparêz ên Kurdistanê re

Weke ku tê zanîn, dewleta Tirk a mêtînger, faşîst û dagirker bi destûra DYE’ê di 23’ê Nîsanê de bi êrişeke nû ya dagirkirinê li dijî herêmên parastinê yên medyayê da destpêkirin. Hemû gel û ciwanên Kurdistanê baş dizanin ku dewleta Tirk bêyî erêkirina DYE nikare êrişên dagirkeriyê pêk bîne. Dîsa, dewleta Tirk dixwaze ku van hevkarên xayîn bi xwe re bîne û êrîşên dagirkirinê meşrû bike. Armanca dewleta Tirk ne tenê tasfiyekirina gerîla ye di heman demê de dagirkirina Başûrê Kurdistan e jî. Ji 23’ê Nîsanê û vir ve, dewleta Tirk bi karanîna hemû çekên nûjen ên sedsala 21’emîn, ku gelek hêzên navneteweyî li pişta wê ne, hewl dide ku li herêmên gerîla serdestiya xwe bide avakirin. Lê belê, di gel her cûre teknîkî, li dijî îradeya pola ya gerîla şikestinek mezin dijîn. Em dizanin ku vîna gerîla ya ji polayê hêza xwe ji gelê Kurdê ku du oxira wê de ruhê xwe feda dike, digire. Gerîla hêza xweparastina herî rewa ya gelê Kurd e.

Gerîla mîsogeriya hemû destketiyên gelê Kurd e. Gerîlayê ku hêza xwe ji gelê xwe girt, li eniya şer li her devera ku êrîşek qirkirinê lê heye asta herî pêş de li wir gelê xwe diparêze. Bêyî ku bikeve dûduli yê cepheyekî diçe cepheyeke dinê. Li Kobanê heta Şengalê, li Kerkukê heta Mexmûrê li her cihê şer kir û rê neda dagirkeriyê. Em wekî ciwanên Rojava diyar dikin ku em hêza gerîla ne. Gerîla tênê kesên ku şer dikin nînin, di heman demê de xwîşk û birayên me ne. Ji ber vê yekê, em tevahî gelê Kurdistanê re radigihînin ku em li rex gerîla ne û em amade ne ku li rex gerîla şerê li dijî dagirkeran bikin. Li ser vî bingehî, em careke din bang li tevahî gelê xwe yê bi baldar û welatparêz dikin û îro em diyar dikin ku sekna li rex gerîla tê wateya li rex helwesta rûmet û jiyana azad.

Divê ciwanên Kurd li her parçeyî jî seferber bibin da ku li rex gerîla bisekinin. Ji ber ku em baş dizanin ku ger gerîlla û ciwan bibin yek, tu hêzek dagirker a kolonyalîst newêre welatê me dagir bike. Ji ber vê em careke din diyar dikin ku emê li rex gerîlla şerê rûmetê yê ku Avaşîn, Zap û Metînayê de tê meşandin de cihên xwe bigrin Û ciwanên bûnê baz ber bi serkeftina zagrosan de emê serkeftînê ji bo gelê xwe misoger bikin."