​​​​​​​Koçberên Efrînê: Dagirkeriya Tirk hewl dide gelên azadîxwaz qir bike

Koçberên Efrînê teqez kirin ku li hemberî êrişên dagirkeriya Tirk ku hewl dide hebûna gelên xwe dispêrin projeya neteweya demokratîk tune bike, xweparastin mafekî rewa ye.

​​​​​​​Koçberên Efrînê: Dagirkeriya Tirk hewl dide gelên azadîxwaz qir bike
19 gulan, 2021   04:19
ŞEHBA-LÎNDE ŞÊX

Piştî ku gelê Efrînê bi darê zorê koçberî kantona Şehbayê bû û bi awayekî domdar rastî êriş û topbaranê dihat, gel xwe li ser bingeha parastina cewherî xwe ji nû ve bi rêxistin kir. Ji ber ku xweparastin li hemberî êrişên dagirkeriya Tirk û çeteyên wê, mafekî rewa ye.

Gelek rengên parastina cewherî hene (civakî, ziman, çandî û aborî). Gelê Efrînê xwe spart vê rêgehê da ku îradeya xwe îsbat bike û nehêle ku dagirkeriya Tirk hebûna wan tune bike.

Di vê çarçoveyê de, ANHA`yê nêrînên koçberên Efrînê yên li navçeya Til Rifet a Şehbayê girt. Welatiyê bi navê Mihemed Şêxo got: "Gelê Kurd gelekî aştîxwaz û şoreşger e. Destdirêjî li kesî nekiriye û her tim hewl da ku axa xwe biparêze. Ji lew re, parastina xaka me ji aliyên ku dixwazin dagir bikin, mafekî me yê rewa ye.”

Şêxo wiha pê de çû: "Em dizanin ku armanca yekem a dagirkeriyê qirkirina gelên ku banga projeya neteweya demokratîk a ku rêber Abdullah Ocalan pêşniyar kiriye, dikin e ku tevahî gelan hembêz dike."

Şêxo diyar kir ku ji bo rizgarkirina Efîrnê û herêmên din ên Bakur û Rojhilatê Sûriyên yên dagirkirî, divê ew vê rêyê temam bikin.

Şêxo destnîşan kir ku gelek rêbazên xweparasinê hene, civakî û çandî. Mebesta me ne parastina bi rêya şer e, çeka ku Kurd radikin ne ji bo kuştinê ye. Em ne hezkiriyên xwînê ne, em hezkiriyên mirovahiyê ne. "

Şêxo di dawiya axaftina xwe de teqez kir ku divê li dijî planên dewleta Tirk a faşîst li ber xwe bidin.

Welatiya bi navê Newroz Xelîl bang li hemû jinên cîhanê û bi taybetî jinên Kurd kir ku nekevin bin bandora rêbazên şerê taybet ê ku dewleta Tirk wekî amûrekê ji bo berjewendiyên xwe bi kar tîne û wiha got: "Jin di avakirina her civakekê û parastina wê ji êrişên dagirkeriyê de, kevirê sereke ye. Jin şagirtên rêber Abdullah Ocalan in."

Newroz bang li ciwanan kir ku di nava rastiya gelê şoreşgerî û xweparastinê de, rola xwe aktîf bikin û wiha axaftina xwe bi dawî kir: “Rêber Abdullah Ocalan got me bi ciwantî dest pê kir û em ê bi ciwantî bi ser bikevin. Ji lew re, divê ciwan di hemû aliyên civakê de rola xwe aktîv bikin û êrişên dagirkeriya Tirk li ser xaka me têk bibin.”

(dx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/DfviQOla-pM" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>