​​​​​​​Artêşa Tirk a dagirker du gundên Minbicê topbaran dike

Artêşa Tirk a dagirker gundên Hoşeriyê û Catê yên Minbicê topbaran dike.

​​​​​​​Artêşa Tirk a dagirker du gundên Minbicê topbaran dike
18 gulan, 2021   18:14
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî daxuyaniya ku Navenda Ragihandinê ya Meclisa Leşkerî ya Minbicê li ser malpera xwe parve kiriye, artêşa Tirk a dagirker ji nuqteyên ku li gundên Qîrata yê bakurê bajarê Minbicê ava kiriye, gundên Hoşeriyê û Catê yên dikevin bakurê rojhilatê bajar bi hawnan topbaran dike.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku ji ber topbaranê agir bi zeviyên çandiniyê ket.

ANHA