Malbatên şehîdan ên Efrînê bi meşekê cangoriyên azadiyê bi bîr anîn

Bi boneya Roja Şehîdan, malbatên şehîdan ên herêma Efrînê bi meşekê şehîdên azadiyê bi bîr anîn û berxwedana gerîla ya li Herêmên Parastinê yên Medyayê silav kir.

Malbatên şehîdan ên Efrînê bi meşekê cangoriyên azadiyê bi bîr anîn
18 gulan, 2021   17:39

Bi diruşmeya "Rêya we rêya me ye û armanca we armanca me ye" Meclisa Malbatên Şehîdan a Herêma Efrînê bi boneya Roja Şehîdan meşek li dar xist.

Bi sedan malbatên şehîdan beşdarî meşê bûn. Meş ji qada navçeya Ehrisê ya kantona Şehbayê dest pê kir. Di meşê de wêneyên şehîdan, wêneyên rêber Abdullah Ocalan û pankartên "Rêya we rêya me ye û armanca we armanca me ye" hatin vekirin û bê navber diruşmeyên dilsoziya bi şehîdan re û silavkirina berxwedana gerîla hatin berzkirin.

Meş li Goristana Şehîdan a navçeyê rawestiya û deqeyeke rêz hate girtin.

Ji rêveberên Meclisa Malbatên Şehîdan a Kantona Efrînê Fewzî Mistefa axivî, şehîdên azadiyê bi bîr anîn û berxwedana gerîla ya li Avaşîn, Zap û Metînayê silav kir.

Mistefa got: "Dema em dibêjin şehîd ew kesên ku di oxira ronîkirina rêya gelê xwe de canê xwe dane tên bîra me. Em çiqasî li ser şehîdan biaxivin em nikarin nirxên fedekariyên wan îfad bikin."

Ji rêveberên Meclisa Malbatên Şehîdan a Kantona Şehbayê Menal Şêxo jî axivî û wiha got: "Em hemû dizanîn ku meha Gulanê meha şehîdan e, bi vê wesîleyê em şehîdên ji tevahî pêkhateyên ku xwe ji bo welat û rûmeta wî feda kirine bi bîr tînin. Derheqê şehîdan de rojek tenê têrê nakê, divê her roj roja şehîdan bin."

Çalakî bi berzkirina diruşmeyên dilsoziya bi şehîdan re û silavkirina berxwedana gerîlayan bi dawî bû.

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/WHPC2O_dFcY" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>