​​​​​​​Doza Kobanê taloqî 20'ê Gulanê hate kirin

Di rûniştina duyemîn a Doza Kobanê de, çendî ku parêzeran xwest rewşa girtinê ya siyasetmedaran bê lêkolînkirin jî, heyeta dadgehê rûniştin taloqî 20'ê Gulanê kir.

​​​​​​​Doza Kobanê taloqî 20'ê Gulanê hate kirin
18 gulan, 2021   17:38
NAVENDA NÛÇEYAN

Rûniştina Doza Kobanê li Kampusa Girtîgeha Sîncanê didome. Hevserokên Giştî yên HDP'ê yên berê Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdagê jî di nav de 28 jê girtî 108 kes di vê dozê de tên darizandin.

Di rûniştina îro de piştî daxwaza redkirina dadger a siyasetmedar Fîgen Yuksekdag, Sebahat Tûncel û Selahattîn Demîrtaş, parêzer axivîn. Parêzeran redkirina dadger bibîr xistin û gotin: "Ji xeynî tiştên lezgîn hûn ê tiştekî nekin. Lê belê vekolandina girtîbûnê rewşeke lezgîn e û em dixwazin hûn vê yekê lêkolîn."

Her wiha parêzeran xwest pirtûkçeya HDP'ê ya derbarê Doza Kobanê de jî daxilî nav dosyeyê bê kirin û xwestin danişîn taloqî rojeke ji bo her kesî maqûl bê kirin.

Piştî daxwazên parêzeran heyeta dadgehê jî rûniştin taloqî 20'ê Gulanê kir.