Gundê Kevrê Dena gundekî dîrokî ye û pêdivî bi lêkolîna arkolojî heye

Li gundê Kevrê Dena yê girêdayî Çilaxa kevrên mîna peykeran hene, nayê zanîn ku ev kevir xwezayî ne yan jî bi destan hatine çêkirin, ji bilî wê jî cihên lingan hene.

Gundê Kevrê Dena gundekî dîrokî ye û pêdivî bi lêkolîna arkolojî heye
17 gulan, 2021   07:12
QAMIŞLO-KELSÛMA ELÎ

Gundê Kevrê Dena dikeve başûrê rojhilatê Çilaxa û bi 5 kîlometere dûrî navçeyê ye. Gund bi destê Mihemed Berhek ê ji eşîra Hemka di 1930’î de hat avakirin. Hejmara malan nêzî 100 malî ye, piranî şêniyên wê ji eşîrên Hemka, Welyan, Elwî û Basqilê ne û debara xwe bi çandiniyê dikin.

Ji ber hebûna kevirên mezin ên wekî "Den" nav li gund hatiye kirin, ew kevir jî mîna kûzên qermîtê yên mezin ên ji bo avê ne û li derdora gund hene.

Kevirên gund mezin in û kevirên volkanî ne, lê hin kevir mîna peykeran in.

Nayê zanîn ku ev kevir xwezayî ne yan jî mirovan çêkirine, lê çêkirina hin peykeran û hebûna zêdetirî parçeyekê destnîşan dike ku ji kevin de bi destê mirovan çêbûne, bi taybet ew kevirên mîna kûzên mezin "Den". Her wiha hin kevirên mezin mîna daholan hene û kurtek tê de hatiye kolandin, weke ku ji bo çoyê (darê) daholê hatiye çêkirin.

Tişta ku dihêle ev pêşbînî were kirin ku ev peyker bi destê mirovan di merheleyên kevin de hatine çêkirin ew e ku li ser wan kevirên volkanî cihê lingên mirovan heye, ji ber vê yekê dibe ku dîroka wê pir kevin be.

Lê mixabin tu lêkolînên dîrokî û arkolojî  li ser van keviran, dîroka wê û rêbaza çêbûna wê nehatine kirin.

Şêniyên gundê Kevrê Dena parastina wan keviran dikin, ji ber ku ji şûnwarên gundê wan in.

Ji şêniyekî gundê Kevrê Dena Silêman Yûsif axivî û wiha got: "Ew bi hebûna keviran kêfxweş û serbilind in, ji ber ku wek nasnameyeke gund e. Ev kevir beriya avabûna gund hene û tu kes dîroka wê nizane. Lê belê em tenê dizanin ku ew şûnwarî ne û bedewbûnekê dide gund."

Yûsif wiha gotina xwe bi dawî kir: "Kevirê "Den" an jî kûzên qermîtî yên mezin û biçûk di demeke nêzî de şêniyan pir bi kar dianî. Ji ber şêniyan qermît çêdikirin da ku avê bixinê û sar bimîne. Lê piştî derketina avsark û sarincên kehrebeyê êdî nayên bikarîn."

(fr)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/vC83zKPgDaY" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>