Rojnameyên erebî: Siyaseta DYA li Rojhilata Navîn lawaz e

Rojnameyên erebî di hejmarên xwe yên îro de behsa şerê Filistîn û Îsraîlê, siyaseta DYA`yê li Rojhilata Navîn, mijara çeteyên li Lîbyayê û bangawaziya muxalefeta Tirkiyê ji bo hilbijartinên pêşwext kir.

Rojnameyên erebî: Siyaseta DYA li Rojhilata Navîn lawaz e
17 gulan, 2021   06:57
NAVENDA NÛÇEYAN

ŞERÊ FILISTÎN-ÎSRAÎLÊ LAWAZIYA SIYASETA AMERÎKA LI ROJHILATA NAVÎN EŞKERE DIKE

Rojnameya El-Ereb di hejmara xwe ya îro de behsa şerê Filistîn-Îsraîlê û lawaziya siyaseta DYA`yê li Rojhilata Navîn kir û di vê derbarê de wiha nivîsî: “Tevî ku serokê nû ya Amerîkayê Jeo Biden berê cîgirê serokê berê Barack Obama bû û gelek rayedarên rêveberiya wî wekî pisporên siyaseta derve tên hesibandin jî, lê belê di rojên destpêkê yên rêveberiya Biden de eşkere bû ku hin nêzîkatiyên li hemberî aloziyên li herêmê pir seranser in û pêwîstî heye ku ji nû ve di ber çavan re bên derbaskirin.

Rêveberiya Biden beşdarbûna xwe ya siyasî li Rojhilata Navîn bi hin dozên wekî têkiliyên bi Siûdiyê re, şerê li Yemenê dest pê kir. Lê belê mijara sereke ji bo wê vegera li peymana nukleerî ya bi Îranê re ye. Ji gelek helwestên Amerîkayê yên bi lez xuya bû ku Rojhilata Navîn niha ji bo wê ne ewqasî girîng e û astengiya mezin li pêş Amerîka, Çîn e.

Li hemberî bûyerên li Filistînê rêveberiya Amerîkayê xwe di rewşeke tevlîhev de dibîne. Ew nikare şerê di navbera filistîniyan û îsraîliyan de ku her diçe gurtir dibe, paşguh bike.

Ji peywendiya di navbera wezîrên karên derve Anthony Blinken û hempîşeyê wî yê Qeterê şêx Mihemed Bin Ebdulrehman Al Sanî diyar bû ku DYA hîna jî bê stratejiyeke zelal li rêbazeke peywendiyê digere û dixwaze zextê li Hemasê bike.”

AMADEKARIYÊN KONGREYEKE NAVNETEWEYÎ JI BO DERXISTINA ÇETEYAN Û HÊZÊN BIYANÎ JI LÎBYAYÊ

Têkildarî rewşa Lîbyayê jî rojnameya El-Beyan wiha nivîsî: “Çavkaniyên siyasî ji El-Beyan re eşkere kirin ku amadekariyên lidarxistina kongreyeke navneteweyî ya nû têkildarî Lîbyayê de tê kirin. Ev yek di çarçoveya hewldanên piştgiriya hikumeta nû, biserxistina qonaxa demkî û pêkanîna hilbijartinan dawiya îsal de, pêk tê. Îxwan ên ku radestkirina biryargeh red dikin, li pêş serokê nû yê istixbaratê Hisên El-Xaib astengiyan derdixin.

Li gorî hin raporan, Almanya û Îtalya hewl didin destpêka meha bê kongreyeke navneteweyî li dar bixin da ku zextê ji bo derxistina çeteyan û hêzên biyanî ji Lîbyayê, bikin. Ji aliyekî din ve, hikumeta Lîbya di dema niha de ji bo xurtkirina agirbestê rastî gelek astengiyan tê.”

 

MUXALEFETA TIRKIYÊ BANGA HILBIJARTINÊN PÊŞWEXT LI ERDOGAN DIKE

Di kar û barên Tirkiyê de jî, rojnameya Şerq El-Ewsata behsa zextên muxalefetê li ser Erdogan kir û wiha got: “Muxalefeta Tirkiyê ji bo pêkanîna hilbijartinên pêşwext zextên xwe li ser Recep Tayyîp Erdogan zêde kir. Ev yek piştî banga Erdogan ji bazirganan re ku ji ber zirarên ku dibe ji ber qedexeya giştî gihaştibûn wan, wî efû bikin, pêk hat.

Erdogan bi boneya Cejna Remezanê wiha gotibû: “Heke hin bazirgan ji ber qedexeyê rastî astengiyan hatibin, em ji wan dixwazin ku me efû bikin.”

Serokê muxalefetê û serokê CHP`ê Kemal Kiliçdaroglu di hevpeyvîneke televizyonê de têkildarî wê yekê got: “Helbet em hev efû dikin, em banga hilbijartinên pêşwext ji bo Tirkiyê dikim..hilbijartinên yekser.”

(cx)