`Kesên bûne sedema komkujiyan îro jî siyaseta xwe ferz dikin`

Qezîfe Xelef a ji navçeya Tirbespiyê got kesên ku şêniyên Şengalê di nav destên çeteyên DAIŞ`ê de hîştin û bûn sedema pêkanîna komkujiyên li dijî êzidiyan, îro jî dixwazin bi rêya peymanan wan bikin qurban, da ku siyaseta xwe ya nedemokratîk li êzidiyan bisepînin.

`Kesên bûne sedema komkujiyan îro jî siyaseta xwe ferz dikin`
17 gulan, 2021   06:36
QAMIŞLO-SILAVA EBDUREHMAN

Di 2014’an de çeteyên DAIŞ’ê êrişeke dijwar li dijî êzidiyan pêk anî û hêzên PDK’ê û artêşa Iraqê ew li hember komkujî, qetilkirin, revandin, koçberî û azaran hiştin û revîn.

Ji bo parastina êzidiyan û rizgarkirina wan ji çeteyên DAIŞ`ê gerîlayên HPG`ê û YJA-Star`ê bi piştgiriya YPG, YPJ’ê koorîdoreke mirovî ji êzidiyan re ber bi Rojavayê Kurdistanê vekir.

/ar/uploads/files/2021/05/17/054221_dsc_0005-28large29.webp

NY`yê û gelek dewletên cîhanê îtîraf bi trajîdiya êzidiyan kir ku, ew komkujiyeke li dijî kêmneteweyekê li Iraqê pêk hat.

Îro careke din hikumetên Hewlêr û Bexdayê hewl didin herêma Şengalê dagir bikin û di 9`ê Cotmeha 2020`an de peyman mohr kir, da ku şêniyên Şengalê ji cih û warên wan bi dûr bixin.

Vê peymanê hişt ku hêrsa êzdiyan û jinan bi taybet rabe, ji wan dayika bi navê"Şemê" tê naskirin. Sê şehîdên Şemê hene. Şemê li hember artêşa Iraqê seknî û nehişt derasî gundê Gir Zerik bibe û ev peyman bi fermaneke din li dijî Şengalê bi nav kir.

ꞌBERXWEDANA GEL BERDEWAM Eꞌ

Têkildarî mijarê dayika Qezîfe Xelef a 80`î salî ku diya 10 zarokan e û piştî Şoreşa Rojava 2012`an ji Almanyayê vegeriya warê xwe ku li navçeya Tirbespiyê ya girêdayî kantona Qamişlo ye, ji ajansa ANHA`yê re axivî.

Qezîfe Xelef wiha got: "Hîn jî reva hêzên hikumeta Iraqê  û hêzên pêşmergeyan ji herêmê re matmayînek e, ku van hêzan dev ji şêniyên Şengalê berdan û ew bi  mirinê re hişt û DAIŞ`ê jî li dijî wan komkujî pêk anîn, di heman demê de ew dîmen hîn jî li ber çavên êzidiyan û cîhanê ye."

Qezîfe Xelef ev xal li gotina xwe zêde kir: "Piştî min dîmen temaşe kirin ku tê de jin, zarok û xityarên pêxwas di germahiya havînê de li devereke biewle ku dûrî DAIŞ`ê be digeriyan, di demekê de ku  hêzên pêşmergeyan beriya wan ji qada şer reviyan û ew bi çarenûsa xwe re bi tenê hiştin, dîl hatin girtin û hatin firotin, min biryar da ku vegerim xakê û cihê xwe di nava refên Hêzên Parastina Civakî-Jin HPC-Jin de bigirim û serdana Şengalê piştî rizgarkirina wê bikim."

Qezîfe Xelef  destnîşan kir ku ji ber ku rêveberiya xweser û pergaleke parastinê ji êzidiyan nehatibûn avakirin, ew di dîrokê de her tim rastî qirkirinê hatin.

ꞌARMANCA JI PEYMANÊ ŞIKANDINA VÎNA GEL Eꞌ

Têkildarî peymana di navbera hikumetên Bexda û Hewlêrê de, Qezîfe Xelef diyar kir ku ev hewldana ferzkirina siyaseta nedemokrasî, serdestî û şikandina vîna şêniyên Şengalê ye, tevî ku rastî ji hêla çeteyan ve rastî komkujiyan hatin.

Qezîfe Xelef da zanîn ku hêzên yekane ku piştgiriya şêniyên Şengalê kir HPG`ê bûn, ku ji bo rizgarkirina êzidiyan bi hezaran şehîd dan û bi demê re bi saya berdêlên xwe serkeftinên mezin qezenc kirin.

ꞌHELWESTA ME SABIT E NAYÊ GUHARTINꞌ

Qezîfe Xelef eşkere kir ku helwesta wan sabit e û nayê guhartin, ku ew jî hebûna hikumetên Iraqê û Başûrê Kurdistanê ya li ser xaka Şengalê napejirînin û ev nirxandin kir: "Em dibêjin aştî û ew jî dibêjin şer, em dibêjin biratî û ew dibêjin rageşî, ji lew re em berxwedana xwe ranawestînin û ger pêwîst bike tevî temenê me yê mezin em ê şer bikin û rê nadin ku komkujî dubare bibin."

Di dawiyê de Qezîfe Xelef êrişên bênavber ên li dijî Şengalê û dijminatiya  li hemberî êzidiyan şermezar kirin.

(eh)

ANHA