Meşa dirêj a ji Qamişlo heta Dêrikê dest pê kir

Vê sibehê di çarçoveya hemleya seferberiyê de ku Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekitiya Jinên Ciwan ragihandibû, meşa dirêj ji Qamişloyê ber bi Dêrikê ve dest pê kir.

Meşa dirêj a ji Qamişlo heta Dêrikê dest pê kir
Meşa dirêj a ji Qamişlo heta Dêrikê dest pê kir
Meşa dirêj a ji Qamişlo heta Dêrikê dest pê kir
Meşa dirêj a ji Qamişlo heta Dêrikê dest pê kir
Meşa dirêj a ji Qamişlo heta Dêrikê dest pê kir
Meşa dirêj a ji Qamişlo heta Dêrikê dest pê kir
Meşa dirêj a ji Qamişlo heta Dêrikê dest pê kir
16 gulan, 2021   11:58
QAMIŞLO

Piştî têkçûna artêşa Tirk a dagirker li Garê, ji 23`yê Nîsanê ve êrişên dagirkeriyê li dijî herêmên Zap, Metîna û Avaşîn ên girêdayî Herêmên Parastinê yên Medyayê dewam dike. Di êrişan de hemû cureyên çekên giran tên bikaranîn.

Bertekên gelê Kurd li seranserê Kurdistanê li hemberî êrişan zêde dibin, bi taybetî li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê. Gel piştgiriya xwe ji berxwedana lehengane ya hêzên gerîla re nîşan dide.

Ji bo piştgiriya rêngava Bazên Zagrosê û berxwedana girtiyên siyasî yên li girtîgehên dewleta Tirk, Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekitiya Jinên Ciwan meşeke dirêj bi rêxistin kir.

Girtiyên ji doza PKK û PAJK`ê ji bo şermezarkirina tecrîda girankirî ya li ser rêber Abdullah Ocalan, ji 27`ê Mijdarê ve li girtîgehên dewleta Tirk greva birçîbûnê dikin.

Meşa dirêj ji Çerxerêya Şerq a Qamişlo dest pê kir. Bi dehan ciwan û şêniyên bajêr beşdarî meşê bûne. Meşvanan dirûşmên silavkirina berxwedana gerîla û şermezarkirina êrişên dagirkeriya Tirk ên li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê berz kirin.

Beşdarên meşê cilên sor ku li ser wan nivîsên wekî “Bi berxwedana rêber Apo dê Zap, Metîna û Avaşîn teqez bi ser bikevin” li xwe kirine. Her wiha pankartên “Bi bazên me ber bi serkeftina Zagrosê ve” , “Serhildana jinên ciwan berxwedan e” û wêneyên rêber Abdullah Ocalan û al û sembolên tevgera rizgariyê ya Kurdistanê rakirin.

Beşdarên meşê ber bi navçeya Tirbespiyê ve, ketin rê.

Meşvan dê di navçeyên Tirbespiyê, Çilaxa, Rimêlan û Girkê Legerê re derbas bibin û li Dêrikê rawestin. Tê payîn ku meş 3 rojan dewam bike.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku Tevgera Ciwanên Şoreşger di 11`ê Gulanê de ji bo piştgiriya pêngava Bazên Zagrosê ya li dijî êrişên dagirkeriya Tirk, hemleya seferberiya giştî ragihandibû.

(cx)

ANHA