Piştî agirbesta 3 rojan li Efganistanê şer dîsa dest pê kir

Piştî 3 rojan ji agirbestê ya bi boneya cejna Remezanê, îro şer di navbera tevgera Talîbanê û hêzên hikumeta Efganistanê de li wîlayeta Helmed a başûrê welêt careke din dest pê kir.

Piştî agirbesta 3 rojan li Efganistanê şer dîsa dest pê kir
16 gulan, 2021   10:42
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî agahiyên ji berdevkê leşkerî yê Efganistanê û rayedarên herêmî dane, li paytexta wîlayeta Helmend Leşkerqahê di navbera tevgera Talîban û hêzên hikumeta Efganistanê de şerên dijwar derketin. Ji 1`ê Gulanê ve piştî vekişîna artêşa Amerîkayê ji wîlayeta navborî, şerên tund rû didin.

Serokê meclisa wîlayeta Helmend Atallah Efgan ji AFP`ê re wiha got: “Şer vê sibehê dest pê kir û hîna dewam dike.”

Efgan destnîşan kir ku endamên Talîbanê êrişî nuqteyên kontrolê yên li derdora Leşkerqahê û li herêmên din kiriye.

(cx)