QSD: 2 çeteyên ku dixwest êrişên terorî pêk bînin, hatin girtin

QSD`ê ragihand ku 13`ê Gulanê di berdewama operasyona li dijî şaneyên DAIŞ`ê de, li bajarokê Şihêl ê Dêrazorê 2 çete hatine girtin.

QSD: 2 çeteyên ku dixwest êrişên terorî pêk bînin, hatin girtin
16 gulan, 2021   06:41
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandın û Çapemeniyê ya QSD`ê bi daxuyaniyekê diyar kir ku di berdewama operasyona 13`ê Gulanê ya li bajarokê Şihêl ê Dêrazorê de, 2 çete hatine girtin û motorsîklêteke bombebarkirî û 2 mayin hatine bêbandorkirin.

Daxuyaniya QSD`ê ya têkildarî mijarê wiha ye:

“Roja 13`ê Gulanê li bajarokê Şihêl ê girêdayî Dêrazorê li hemberî şaneyên DAIŞ`ê ku dixwest di rojên cejnê de êrişên terorî pêk bînin, operasyonek hatibû lidarxistin. Agahiyên têkildarî wê operasyonê bi raya giştî re hatibûn parvekirin. Di berdewama wê operasyonê de heman rojê 2 çete hatin girtin, her wiha motorsîklêteke bombebarkirî û 2 mayin hatin bêbandorkirin.”

(cx)