Hemîd El-Ebid: Dewleta Tirk li herêmên dagirkirî, DAIŞ’ê ji nû ve zindî dike

Hevserokê Meclisa Kantona Girê Spî ya dagirkerî Hemîd El-Ebid  hişyarî li  ser zindîkirina  DAIŞ`ê li herêmên dagirkirî ku ji aliyê artêşa Tirk û çeteyên wê ve hatine dagirkirin, da û piştrast kir ku  êdî ev yek bi awayekî eşkere li pêşberî çavên mirovan û cîhanê tevahî diyar dibe.

Hemîd El-Ebid: Dewleta Tirk li herêmên dagirkirî, DAIŞ’ê ji nû ve zindî dike
16 gulan, 2021   06:31
EYN ÎSA

El-Ebid der barê hevbûna çeteyan ku berê tev li DAIŞ’ê bûbûn, her wiha komeleyên tundraw ên li herêmên dagirkirî bi navên "komeleyên xêrxwaz" ku piştevaniya tundrawiyê dike de axivî.

Hemîd El-Ebid wiha got: "Ji destpêka ku dewleta Tirk a dagirker xaka Sûriyê dagir kiriye ve, derbasbûna hejmareke mezin ji çeteyên DAIŞ’ê ber bi Girê Spî ve hat belgekirin. Ew çete jî ji herêmên ku QSD’ê rizgar kirine ber bi herêmên Sûriyê yên dagirkirî ve revîn, ji ber ku li wan herêman hatin pêşwazkirin."

Hemîd El-Ebid bal kişand ser van kesayet û komelayan û got: "Ev kesayet û komeleyên ku hebûna xwe li herêmên dagirkirî îsbat kirine, li pêş çavên cîhanê nîşaneyeke eşkere ya niyeta AKP’ê ya bi serkêşiya Erdogan e ku dixwaze ji nû ve DAIŞ’ê li van herêman zindî bike û wan herêman ji bo planên xwe yên mêtîngeriyê yên pêşerojê bike çavkanî."

Li Girê Spî yê dagirkirî emîrekî DAIŞ’ê bi navê Miseb El-Bedir hate kuştin, ev emîr ji çeteyên DAIŞ’ê yê herî xeternak li herêmê bû, li gel wê jî derbasbûna bi sedan malbatên DAIŞ’ê ji dema dagirkirina kantonê ji hêla dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ve, hatin belgekirin.

Li herêmên dagirkirî beriya niha bi navê"Komeleyên xêrxwaz" komeleyên Pakistanî û Çeçen derketin û bi piştgiriya Tirkiye li herêmên Serêkaniyê û Girê Spî dibistan vekirin, piştre hate isbatkirin ku  ji bo piştgiriya tundrawa olî çalakiyan li dar dixin.

Hevserokê Meclisa Kantona Girê Spî ji  bêdengiya civaka navneteweyî, nexasim koalîsyona navneteweyî mat ma. Bi taybet bêdengiya Koalîsyona Navneteweyî ji ber şerê DAIŞ’ê dike, lê li herêmên dagirkirî DAIŞ, komeleyên piştgiriya tundrawê dikin hene.

Hemîd El-Ebid hişyarî li ser hebûna mîna van kesayet û komeleyan li herêmên dagirkirî da û destnîşan kir ku  destpêkirina xuyakirina DAIŞ’ê li wan herêman bû, bi taybet navçeya Silokê ya Girê Spî.

El-Ebid bang li civak û Koalîsyona navneteweyî kir ku destwerdanê bikin û zextê li dewleta Tirk bikin ku piştgiriya wan kesayet û komeleyên tundraw ku hewl didin ji nû ve rêxistinên terorîstê bi sponseriya Tirkiyê zindî bikin, rawestîne.

(eh)

ANHA